Çalakiya êrîşa bi hêkan didome: Xwendekaran vê carê bi hêkan êrîşê mebûsê AK Partî Burhan Kuzu kir.
Piştî li Stenbolê polîsan êrîşê xwendekaran kir û siyasetmedaran jî piştgirî da polîsan, vê carê xwendekarên Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê pêşî nehişt mebûsê CHP'ê Suheyl Batum biaxive, dûre bi hêkan êrîşê mebûsê AK Partî Burhan Kuzu kir ku ew jî hatibû ji bo axaftinê.
Yek ji tiştên balkêş jî xwendekaran pankarta "Şahiya Kolektîfa Hêkan" vekiribû ku vê yekê kir em vê wêneyê bikin wêneyê hefteyê û pêre jî piştgiriya xwe ji bo xwendekaran eşkere bikin.
Wekî notek: Batum, xwendekar wekî 'faşîst' bi nav kir, Kuzu jî heqaret li xwendekaran kir û got: "Min qet ew qas bêaqil bi hev re nedîtibû".


