Diyarname
BDP'e êrîşa li hemberî Îbrahîm Tatlises şermezar kir û jêre şîfa xwest.
BDP'ê li ser êrîşa çekdarî ya li hemberî hunermend Îbrahîm Tatlises daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku li ser navê Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak hatiye weşandin de wisa got: "Em êrîşa li hemberî hunermendê me yê hêja Îbrahîm ku di dilê gel de cih girtiye bi tundî şermezar dikin. Em ji bo şîfayê dixwazin û hêvî dikin di demek nêz de dê baş bibe û bê nava me."
BDP'ê got divê kiryar di cih de bêne dîtin, wan derxin pêşberî dadgehê û bûyer bê zelal kirin.
Di dawiyê de Hevserokên BDP'ê got ku em hêvî dikin dê careke din bûyerên wisa xemgîn pek neyên.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Dixtor: Tatlises di dema bûyerê de felc bû
- Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e


