Diyarname
Malpereke hate vekirin û têde ji bo îstîfafakirina waliyê Stenbolê îmze tê berhevkirin.
Malpera bi navê www.waliistifa.net hate vekirin. Li gor agahiyên ku hatine di vê kurtedema ku malper hatiye vekirin de li dor 5 hezar hebî îmze hatine berhevkirin.
Di malperê de wisa tê gotin; "Em kesên ku îmzeyên wan li jêr in em dixwazin Waliyê Stenbolê Muammer Guler ku wekî par îsal jî nehişt 1'ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin û îsal jî ji bo gelê Stenbolê kir zindan dixwazin îstîfa bike."
Her wiha di malperê de hate gotin "Israr di Taksîmê de israra me ya ji bo demokrasî û civakeke paqij e."


