Diyarname
Komîsyoneke ku ji nivîskarên kurd pêk tê xebata xwe ya vekirina PEN’a Kurd li Amedê dest pê kir.
Komîteya Pêngava Damezirandina Navenda PEN’a Kurd ji Şeyhmus DÎKEN, Mehmet DEVİREN, Arjen ARÎ, Lal LALEŞ û Kawa NEMIR hene. Pêre jî 30 nivîskaran îmze avêtiye metna serîlêdana ji bo vekirina PEN’a Kurd a li Amedê.
Komîteya Pêngava Damezirandina Navenda PEN’a Kurd, di destpêkê de ji rêveberên PEN’a Navneteweyî Eugene Schoulgin vexwend Amedê. Komîteyê bersiveke germ jê girtine. Her wiha di nava xebata heta niha hatiye kirin de bi devkî piştgiriyaPEN’ên Skandînavyayê jî girtine, têkilî bi Sekreterê PEN’a Navneteweyî Frank Geary re jî danîne. Di heman demê de bi nameyeke rewş ragihandine PEN’a Kurd a Almanyayê.
Li gor agahiya komîteyê xebatên wan her ku diçin bi erênî pêş ve diçin û ji niha û şûnde jî ev xebat dê wisa bidome: Belgeyên pêwîst dê pêşkêşî PEN’a Navneteweyî bêne kirin.
Di navbera 12-18’ê rezbera 2011’an de wê li Belgradê PEN’a Navneteweyî kongreya xwe li dar bixe û armana komîteyê ew e ku di vê kongreyê de biryara damezrandina PEN’a Kurd bê girtin, ku ev jî nebe di Kongreya PEN’a Navneteweyî ya Seûlê ya ku di sala 2012’yan de li dar bikeve de biryareke wisa bê girtin.
Digel komîteya amadekar nivîskarên ku ji bo avakirina PEN’a Kurd îmzeya xwe pêşkêş kirine ev in: Yaşar KEMAL, Îhsan ÇOLEMERGÎ, Naci KUTLAY, Şeyhmus DİKEN, Arjen ARÎ, A. Hicri ÎZGOREN, Berken BEREH, Rênas JIYAN, Lal LALEŞ, Fewzî BÎLGE, Şener OZMEN, Kawa NEMIR, Mehmet DEVİREN, Îrfan AMÎDA, Dilawer ZERAQ, Mehmet YILMAZ, Yavuz EKİNCİ, Sîdar JÎR, Azad Z. EREN, Aslîxan YILDIRIM, Çiya MAZÎ, Yaqob TILERMENÎ, Aydin ALP, Mehmet ÇETİN, Metin KAYGALAK, Ronî WAR, İrfan AKTAN, Vecdi ERBAY, Salih SEZGİN, Nuri FIRAT, Lokman AYEBE.


