logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

NY'ê ji bo Saman Nesîm bang li Îranê kir

Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê rejîma Îranê biryara darvekirinê derheqê wî de daye, Neteweyên Yekbûyî (NY) b

  • Dîrok: 19/02/2015
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê rejîma Îranê biryara darvekirinê derheqê wî de daye, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tehranê kir. Rayedarên NY’î destnîşan kirin ku darvekirina girtiyên ne reşît, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

 

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê di encama darizandina ne adîl û lêpirsîna di bin îşkenceyê de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin, ji ber sûcên ku tê îdîakirin di 17 saliya xwe de kiriye, dibe ku îro bê darvekirin.

 

Malbata Nesîm çend roj berê dabû xuyakirin ku ji wan re hatiye gotin, dibe ku Nesîm 19'ê Sibatê bê darvekirin. Kurdistanî û dostên wan ji bo Nesîm neyê darvekirin, li gelek welatên cîhanê xwepêşandan lidar xistin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî banga "Darvekirinê rawestîne” li rêveberiya Tehranê kir.

 

Raportorê Taybet ê Kuştinên Kêfî yan jî Darizandin, Derveyî Hiqûqê yê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns û Raportorê Mafên Mirovan ên li Îranê yê NY’î Ahmed Shaheed li bajarê Swîsre Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de bal kişandin ser rewşa Nesîm û diyar kirin ku girtiyên ne reşît bi ti awayî nikarin bên darvekirin.

 

Rayedarên NY’î dan xuyakirin ku sala 2014'an li Îranê zêdeyî 700 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, ji van 14 jê jin, 13 jê ciwan in û bibîr xistin ku di Çileya borî de 60 kes hatine îdamkirin.

 

Bê hiquqî di darezandina Saman de hat kirin

 

Saman Nesîm Nîsana sala 2013'an li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeheke ceza ve ji ber endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi îdîaya dijminatiya Xweda (moharebeh), li cîhanê bê exlaqî (ifsad fil-arz) û çalakiya çekdarî ya li hemberî Mûxafizên Şoreşa Îranê sûcdar hat dîtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Nesîm dema hat girtin 17 salî bû, destûr jê re nehat dayîn ku bi parêzer re hevdîtinê bike. Nesîm got ku neynûkên wî yên pê û destan hatine kişadin, li wî hatiye xistin, li pişt, ling û zikê wî birîn hene, demeke dirêj bi awayekî serberjêrî hatiye daliqandin û îşkence lê hatiye kirin.

 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku çend roj berê nameya Nesîm weşand û di nameyê de wiha tê gotin: "Rayedarên Îranî nehiştin parêzerên Saman Nesîm dozê bişopînin û nehiştin parêzerek ji bo wî bê erkdarkirin." Hatibû ragihandin ku di 15'ê Sibatê de kesên ji rayedarên îstîxbaratê, ji bo Nesîm sûcên lê tên kirin qebûl bike, bi saetan li wî dabûn.

 

Berpirsyarê Mafên Mirovan a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christoph Strasser duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gumana xwe ya ji ber xeteriya darvekirinê ya li ser Saman Nesîm anîbû ziman. Strasser dabû diyar kirin ku dema Nesîm hat sûcdarkirin, reşît nebû û gotibû: "Pêwîste rayedarên Îranî înfazê rawestînin û ji bo Nesîm pêvajoyeke adîl a darizandinê bidin destpêkirin."

Rojnews 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dersên Kurdî yên Online ji nû ve tên

ad

Temamê Spanyayê ji Barselonayê re got: Qral tu yî

ad

'Araf' diçe Swîsre û Almanyayê

ad

Di 'Copa America' de Brezîlya bi ser ket

ad

Selahattîn Demîrtaşî pirtûk îmze kirin

ad

Jiyana Meşal Temo

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname