Diyarname
39’emîn Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 4-29’ê pûşperê de li dar dikeve. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV’ê ve bi sponsoriya Borusan Holding li dar dikeve nêzî 600 muzîkar dê hunera xwe pêşkêş bikin.
Ji bo eşkerekirina bernameya festîvalê li Four Seasons Hotel Istanbul at the Bosphorus bi beşdariya Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, Serokê Lijneya Rêveberiya Lijneya Çandê ya Borusanê Zeynep Hamedi û Dîrektora Festîvala Muzîkê ya Stenbolê
Yeşim Gurer Oymak daxuyaniyeke çapemeniyê hate li dar xistin.
Eczacibaşi got ku yek ji hedefên weqfa wan ew e ku piştgirî bidin beşên cur bi cur ên hunerê, ji îsal de dest pê kirine ku repertuara muzîka klasîk a hemdem fireh bikin û diyar kir ku ger keda wan ji bo lêzêdekirina repertuara muzîka klasîk çêbûbe ewê dilgeş bibin.
Hamedi jî li ser xebata Borusan a li ser muzîkê sekinî, diyar kir ku dê bi konsera BİFO festîval li dar bikeve, ji bo kesên ku dê nikaribin werin festîvalê jî ew dikin ku li du cihên bajêr, li qadeke servekirî bi weşaneke zindî konserê pêşkêş bikin.
Oymak jî li ser repertuara festîvalê sekinî û agahî pêşkêş kir.
Festîvala ku têde dê sê xebatên ji dinyayê, şeş jî li Tirkiyeyê promiyera wan li dar bikeve, di heman demê de muzîkarên navdar ên wekî Gidon Kremer, Yuri Bashmet, Patricia Petibon, Hilary Hahn, Renée Fleming, Christoph Eschenbach beşdar dibin.
Yek ji orkestraya muzîka klasik Orkestraya Festîvalê ya Schleswig-Holstein jî dê beşdarî festîvalê bibe. Di festîvalê de berî konseran dê gotûbêj û vegotin li dar bikeve, yekem car jî dê pola hostetiya muzîkê bi beşdariya temaşevanan lidar bikeve.
Festîvala Muzîkê ji îsal pê ve di bin mijareke de li dar bikeve. Mijara îsal a festîvalê bi navê “Rêwîtiya Ber bi Dûr ve” li dar dikeve û ji aliyê rojavaya Amerîka heta Rusya, ji Spanya, heka Beuenos Aires, Venedîk, Okyanûsa Hîndê û Meksîkayê muzîkên gelek erdnîgariyan di bin banê festîvalê de tên Stenbolê.
Di festîvala îsal de senfonî û orkesrayên ode, konserên vokal, muzîka ode, resîtal jî di nav de bi giştî 24 konser hene. Li Muzeya Aya Îrînî, Muzeya Arkeolojî, Çinili Koşk, Operaya Sureyya, Kongreya Lutfi Kirdar ku cihê li darketina konseran bûn îsal cihên wekî Mevlevîxaneya Galata, Avahiay Rektoriya Zanîngeha Stenbolê, Îstanbul Modern û Santralistanbul jî li van cihan zêde kirine.
Festîval êdî ji bo muzîkarên li Tirkiye û yên biyanî jî daxwaza sazkirina berheman dike, bi vê yekê dike ku repertuara muzîka hemdem dewlemendtir bike. Di vê çarçoveyê de Îlhan Usmanbaş û bestekarê ciwan Turgut Pogun dê berhemên xwe di promiyera dinyayê de pêşkêş bikin.
Festîvala muzîkê ku her sal Xelata Rûmetê dide, îsal vê xelatê dide Muammer Sun. Sun heta niha kiriye ku muzîka bideng pêş bikeve, di salên 60’î de koroya ciwan û zarokan ava kiriye, berhem afirandine, pirtûkên perwerdehiyê weşandine û li ser folklorê vesazkirinên wî hene ku di heman demê de ew perwerdekar û lêkolînerê muzîkê ye.
Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de jî dê bidin kemanjen Gidon Kremer.
Bilêtên konserên festîvalê ji 30’ê vê mehê ve dê dest bi firotian wan bê kirin û buhaya wan ji 20 TL’yî dest pê dike û heta 450 TL’yî diçe.


