Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr careke din ji bo Serokatiya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrêrojhilatê Anatoliyê (GABB) hat hilbijartin.
Ji bo Cîvîna Asan a Serdema Yekemîn a 2011'an a GABB'ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê li dar ket û hem serokê GABB'ê, hem jî serokên beşên din hatin hilbijartin.
Şaredar Baydemîr, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Wekîlê Şaredarê Culemêrgê Nurullah Çiftçi, Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk û şaredarên bajar û navçeyên din beşdar bûn.
Piştî sînevîzyona li ser xebatên GABB'ê, Şaredar Baydemîr axaftineke kir. Baydemîr got ku em ji rewşeke awarte re derbas dibin, jixwe tu demê em ji serdemeke awarte re derbas nebûn" û wiha dom kir: "Li aliyekê operasyonên leşkerî, li aliyekê operasyonên siyasî didomin, balafirên şer difirin. Em di rewşeke wisa de ne. Rojekê dê bê ev balafir dê tenê û tenê j ibo şer bifirin."
Şaredar Baydemîr got ku ev heft sal in serokatiya yekîtiyê dike û bi xêra encumen û endamên yekîtiyê em gihîştine vê derê.


