Diyarname
Pêşangeha bi navê "Em ên winda" ku li ser Dayikên Şemiyê ye li Stenbolê li dar dikeve.
Salên 90'î ji bo kurdan salên zehmet bûn. Belê têkoşîna wan dom dikir lê di heman demê de her roj gelek kes dihatin girtin, binçavkirin, hin ji wan dihatin windakirin. Her ku çû hejmara windayan zêde bû. Dem hat hejmara wan hezaran derbas kir. Û dayikên wan, birê wan, xwişkên wan, jinên wan li mal, yên li benda wan ketin nava tevgerê. Serî li rayedaran dan, serî li cihên fermî dan lê feyde nekir. Bi vê re dest bi çalakiyan kirin, daxwaza dîtina windayên xwe kirin.
Bi vê armancê yekemîn car di 27’ê gulana 1995’an de bi hejmareke hindik a ku xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan têde bûn li ber Lîseya Galatasaraya Stenbolê bi navê “Qêrîna bêdeng” rûniştin. Ev rûriştina wan bû dest pê kek. Ew roj roja şemiyê û û wan biryar da ku her roja şemiyê li wê derê rûnin, wêneyên windayên xwe hildin û daxwaza dîtina wan bikin. Ew ji her bajarê kurdan bûn. Ji Amed, Êlih, Riha, Mêrdin, Cizîr û hwd. Bi ser wê rûniştinê 16 sal derbas bûn û ew hê li wê derê rûdinin, daxwaza dîtina windayên xwe dikin.
Ev rûniştina wan li meclisê hate ziman, ji vê rûniştinê fîlm hatin çêkirin, belgefîlm hatin kişandin, gotar hatin lêkirin, pirtûk hatin nivîsandin. Niha jî pêşangeheke wêneyan ji vê tê amadekirin. Pêşangeha ku ji wêneyên fotografkêş Veysi Altay pêk tê roja 17'ê gulanê li Tutun Deposu ya li Tophaneya Stenbolê vedibe.
Altay ku heta niha bêhejmar wêne kişandine, hin wêneyên xwe ku li Amed, Êlih, Stenbol û Cizîrê kişandine di vê xebatê de bi cih kirine.
Ji bo kesên eleqedar:
Dîrok: 17 Gulan 2011
Saet: 19:30
Navnîşan: Tutun Deposu Luleci hendek caddesi. No:12 Tophane/İstanbul
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


