HEWLÊR
Heyeta KCD'ê ku çû Herêma Kurdistana Federal, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re hate cem hev. Di hevdîtinê de biryar hate girtin ku heta payîzê Konferansa Kurdistanî pêk bê û ji bo vê komîsyon hate avakirin.
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd" çûbû Herêma Kurdistana Federal bi Barzanî re hate cem hev.
Heyeta ku ji Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê KADEP'ê yê berê Şerafettîn Elçî, Serokê Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî, Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar û gelek kesên din pêk tê ji hêla Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
DIVÊ PÊVAJOYA MÛZAKEREYAN DEST PÊ BIKE
Di hevdîtina ku pêşketinên li Rojhilata Navîn û erdnîgariya kurdan pêk tên, hatin nirxandin de 2 saetan berdewam kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek fermî nehat dayîn lê li gorî agahiyên hatin bi destxistin piranî yekîtiya kurdan û çareseriya pirsgirêka kurd hate nirxandin. Hate diyarkirin ku ji bo dawîbûna şerê 30 salan li Tirkiyeyê tê meşandin divê her du alî dest bi muzakereyê bikin. Hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û yekîtiya kurdan konferansek Kurdistanî neçar bûye.
HETA PAYÎZÊ KONFERANS DÊ BÊ KIRIN
Di hevdîtinê de biryara hatiye girtin heta payîzê Konferansa Kurdistanî pêk bê. Hate gotin ku di hevdîtinê de ji bo çêkirina Konferansa Kurdistanî di warê rêgezê de mutabakatek pêk hatiye û dê heta payîzê konferans çêbibe. Li gorî agahiyan ji bo konferans di demek kin de pêk bê komîsyona amadekariyê hate avakirin.
HEVDÎTIN DIDOMIN
Heyet dê ber bi êvarê bi Serokê Hikumeta Kurdistana Federal Behram Salih re bê cem hev; sibê jî piştî hevdîtina Serokê Parlementoya Kurdistana Federal Kemal Kerkûkî dê vegere Tirkiyeyê.
ANF


