Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku li Almanyayê dihat dermankirin vegeriya Tirkiyeyê û li nexweşxaneyeke taybet a li Maltepeya Stenbolê dê dermankirina wî bidome.
Tatlises bi balafireke taybet a bi navê "TC Îbo" anîn Tirkiyeyê û ew birin nexweşxaneyeke taybet
Kurê Tatlises Îdo û Ahmet Tatli û gelek hezkiriyên wî ew pêşwazî kirin.
Di 14'ê adarê de Tatlises dema piştî xilasbûna Îbo Showê ji Nurol Plaza ya li Şîşlî derket rastî êrîşa çekdarî hatibû û bi giranî birîndar bûbû. Ji bo dermankirinê 6'ê avrêlê de ew biribûn Klînîka Murnau ya li nêzî bajarê Munîha Almanyayê.


