Diyarname
Dadgeha Bilind ku cezaya berendamê mebûsiyê yê Amedê Hatip Dicle erê kir, nîqaşa Dicle nikare bibe mebûs derket holê. Li ser vê yekê YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) biryara xwe da: "Lijneya me, biryara 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a bi dîroka 22 adara 2011'an ya bi nimreya 2011-1798 nirxand û hat nirxandin ku ev biryara Dadgeha Bilind dê tesîrê li berendamtiya kesê navborî bike yan na. Ji ber vê yekê ji bo ku agahiyên kêm ên di dosyeyê de bêne temamkirin û parastina kesê navborî bê girtin encam bi paş ve hatiye xistin."
Piştî vê biryara YSK'ê hiqûqnas dibêjin ku tu pirsgirêk li ber berendamtî û mebûsiya Dîcle nîn e. Dîcle bê hilbijartin dê here meclisê, encax li wê derê destnedana wî bê rakirin, wê çaxê dikare ji mebûsiyê bê derxistin.


