HÊLÎN CÛDÎ / ÊRÎVAN
Kurdzan û profesor Mexsîmê Xemo ji ber nexweşiya penceşêra qirêk ê ku ji Yêrevanê çûbû gundê lê dayîk bûye Afşînê duh (17.06.2011) çû ser dilovaniya xwe.
Profesor, zimanzan Mexsîmê Xemo 68 salên xwe bi liv û xebatê tije kir, ji bo zimanê kurdî di warê akademîk de xebatên gelek girîng derxist holê. Roja duşemê li gor saeta Ermenistanê saat 13.00'an de dê cenazeya wî bê veşartin.
Serokê Beşa Kurdzaniyê li Estîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenîstanê ya miletiyê û diktorê îlmên fîlologî Profesor Mexsimê Huseynê Eliyê Xemo 7’ê rezbera (îlona) sala 1934’an de li Ermenistanê li navçeya Aparan li gundê Avşînê (çobanmaz) tê dinê. Piştî li dibistana gundê Çinar-Saxkahovît ê li sala 1951’ê de nêzî salekê wekî katibê şêwra gundê Elegez û Çamuşvana biçûk dixebite. Piştî wê di sala 1954’an de di Fakulteya Zimanên Biyanî li Zanîngeha Yêrevanê a dewletê de tê pejirandin û di sala 1959’an de zanîngehê diqedîne.
Di nav salên xwendinê de Mexsimê Xemo wekî du salan (1958-1959) li Radyoya Komîteya Ermenistanê de wekî dîrektorê axaftina Zimanê Kurdî kar dike. Li heman demê di van du salan de jî Yêrêvanê mehela Sarîtaqê li dibistana 47’an û dersxaneyên zimanê kurdî de ji bo zarokên kurd teşkîl dike û li wir dersên zimanê kurdî dide. Pahîza sala 1959’an li Lênîngiratê de ji bo aspîrantura Estîtuya Rojhilatzaniyê tê qebûlkirin, li gel wê dersa zimanê kurdî dide kurdzanên ciwan. Sala 1962’an de Aspiranturayê xilas dike, dîsêrtiya xwe bi ser nivîsa “Zaraveya Kurdên Behdînan li Kurdistana Iraqê (Bamernê, Etrûş) dinivîse û di sala 1966’an vê xweyî dike û di pileya kandîdadê zanîstên fîlologyayê distîne.
Ji sala 1964’an heya niha Mexsîmê Xemo wekî xebatkarê zanistî li Beşa Kurdzaniyê ya Estîtuya Rojhilatzaniyê li Akademiya Ermenistanê a Zanîstî de dixebite. Di salên 1964- 1981’ê de xebatkarê zanistiyê biçûk bûye, salên 1981-1985’an de xebatkarê zanistiyî mezin, salên 1995-2004’an de xebatkarê zanistiyî pêş bû.
Mexsîmê Xemo sala 1990’î de dîsêrtiya xwe bi sernivîsa “Binaxêd Frazêolojiya Zimanê Kurdî” li bajarê Moskovayê de amade dike û di dereca doktorê zanîstên fîlologiyayê distîne. Lê sala 1997’an wekî profesor tê qebûlkirin.
Di nav salên xebatên zanistî de profesor Mexsîmê Xemo xwendevanê pênûsa bi ber û bereket bûye nêzî 120 pirtûk û gotarên zanîstî nivîsîne, evana bi çend zimanan (Kurdî, rusî, ermenî) hatine çapkirin. Ji karên girîngtirîn ên Mexsimê Xemo “Ferhenga Kurdî-Rusiye Frazbendî (frazêlogî)", “Zaravê Kurdên Behdînan li Kurdistana Iraqê", “Zimanê Kurdî û Lîteratûra", "Binaxêd Frazêoloiya Zimanê Kurdî”, “Problema Dêfinîsiayê Zimanzaniyê da", "Riya Sazbûna Zimanê Kurdî Hemmiletiyî Lîteraturî”, "Problema Prozêsa Sazbûna Strûktûra Ziman Bal Merivaye”, "Problema Daxwazê Zimanzaniyê da” ye.
Di Zanîngeha Yêrevanê a dewletê bi navanê Fakulteya Rojhilatzaniyê de Profesor Mexsimê Xemo tevahî salên 1968-1975’an de wekî mamosteyê Zimanê Kurdî xebitiye. Sala 1993-2000 li Zanîngeha Yêrêvanê Fakulteya Kurdzaniyê de wekî dêkan (Davît Anhaxt) xebitiye û heman demê dersên zimanê kurdî daye.
Profesor Zimanzan Mexsimê Xemo ji sala 1995’an heya niha li Enstîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê li wekî Serokê Beşa Kurdzaniyê xebat kiriye.
Profesor û Zimanzan Mexsimê Xemo beşdarî gelek konferans, sempozyom û civînên zanistî bûye û wî derbarê problemên zimanzaniya kurdî de nêrînên xwe aniye ziman.
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Em wekî Diyarname hêvî dikin dê cihê wî bihuşt be. Em jêre dibêjin oxira te ya xêrê be û li ber giyana wî serê xwe ditewînin.


