Amed
Serokên 15 baroyên bajarên kurdan li Sêrtê hatin ba hev, daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ew amade ne însiyatîf û berpirsiyariyê hilgirin.
Serokên Baroyan 22'yê mehê li Sêrtê hatin ba hev, li ser rojevê nîqaş kirin. Ev bi salan e ev baro car bi car ji bo rojevê, hiqûqa civakî û siyasî nîqaş bikin tên ba hev û pêşniyarên xwe pêşk^şe dikin, di vê civînê de jî heman tişt kirin û paşê bi daxuyaniyek wisa gotin: "Em wekî Baroyên Herêmê ev salê dirêj in ku dibêjin pirsgirêka kurd li ser xeta siyasî û rêya demokratîk dikare bigihîje çareseriya mayînde. Ev daxwaza me bi piştgiriyek mezin hatibû qebûlkirin. Lê em bi xemgînî tînin ziman ku wekî tê zanîn ev pêvajo nehat domkirin û careke din pêvajoya pevçûnê dest pê kir, pirsgirêka kurd ket nav şîdetê, hêvî û bendewariyên civakê hatin rawestandin. Pevçûnên li herêmê bû sedema windakirina gelek canan, bajarên me yên qedîm veguherîn cihê mirov nikare lê bijî, bi sed hezaran mirovan warên xwe terk kirin."
Baroyan ragihand ku gelê herêmê bi astek bilind beşdarî referandûmê bûye û nîşan daye ku pirsgirêka kurd encax bi rê û rêbaza demokratîk dikare bê çareserkirin.
Her wiha baroyan ragihandiye ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ew amade ne her cure berpirsiyarî bigirin ser milên xwe.


