Diyarname
Pirtûka nivîskarê rus ê navdar Gogol a bi navê "Sako" bi kurdî hate çapkirin. Pirtûka ku ji aliyê Cemil Oguz ve hate wergerandin ji Weşanên Hîvdayê derket. Nivîskarê rus Nikolay Vasilyeviç Gogol di 31'ê adara 1809'an de li gundî Soroçînskî ya Ukraynayê hatiye dinê.
Nivîskar Gogol di ciwaniya xwe de bala xwe dide ser wêjeyê. Di sala 1836'an de Gogol çîrokeke hîcîvwarî bi navê "Erebe" dişîne kovara bi navê Sovremennîk ku ji aliyê Pûşkîn ve tê derxistin. Dûre çîroka "Poz" diweşîne. Ji wê demê wêdetir êdî Pûşkîn ji bo Gogol kesekî mezin e, bi alîkarî û rexneyên wî pêş ve diçe.
Gogol di navbera salên 1831-1832'yan de çîrokên gel ên bi vegotinên gel tijî ne berhev dike û ev yek cihekî girîng digire wê demê di nav xebata wî ya nivîskî de. Ev çîrok dikin ku ji nişke ve Gogol di nav wêjeya rûsan de navdar bibe.
Di "Rojnivîska Dînekî" de jiyana rûtîn a memûrekî û ew çawa ji ber karê xwe aciz dibe pêşkêş dike Gogol. Di berhema xwe "Portre" de jî li ser dinya ji xirabiyê xelas nabe disekine.
Gogol di "Mufettîş" de bi burakrasiyê henekên xwe dike, bi lîstina vê lîstikê re reaksiyonan berê xwe didin Gogol. Li ser van reaksiyonan ew ji mecbûrî ji Rusyayê vediqete. Gogol diçe Romayê. Li wir bi pêşniyara Pûşkîn dest bi berhema "Laşên Mirî" dike, xebera mirina Pûşkîn digire. Gogol di sala 1842'yan de "Laşên Mirî" temam dike û çîroka xwe ya dirêj "Sako"yê dinivîse.
Di "Laşên Mirî" de xurifîna Rûsyayê bi awayeke baş radixe ber çavan, di "Sako" de jiyana memûrekî reben, êşên wî bi hosteyî pêşkêş dike.
Nikolay Gogol di 43 saliya xwe, 4'ê adara 1852'yan de li Moskovayê dimire.
Heta niha bi navê "Çîrok", "Mufettîş", "Laşên Mirî", "Poz", "Rojnivîska Dînekî", "Portre", "Begên Zemanê Berê", "Taras Bulba" wî hin berhev nivîsandine û "Sako" jî yek ji berhemên wî ye.
"Sako" ku di fortama çîrokeke dirêj de ye heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û niha jî ji bo kurdî hate wergerandin û ji Weşanên Hîvdayê derket. Gogol bi "Sako"yê êşên mirovên ji rêzê, neheqiyên ku ew rû bi rû dimînin, feqîriya wan, pozbilindiya memûrên di asta jorîn de bi awayeke rasteqîn, bi honandineke serketî pêşkêş dike.


