logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Morîka xewê

Destaneka gelerî ya almanan heye bi navê “Siebenschlafer” e, ango heftxewok.

  • Dîrok: 31/08/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ciwan Qado

Destaneka gelerî ya almanan heye bi navê “Siebenschlafer” e, ango heftxewok. Li gor wê heger di 27'ê meha hezîranê/pûşperê de baran bibare dê heft hefteyan ser hev baran bibare. Têkiliya vê destanê bi çîroka heftxewokên efsanewî yên şikefta Ephesusê re heye. Ehlên şikeftê li gor baweriya misilmaniyê, 27’ê hezîrana 446’an a Piştî Zayîna Îsa pêxember her heft lehengên şikeftê piştî razana “195” salan an “309” salan li gor di Quranê de hatiye, ji nişke ve ji xew şiyar dibin. Di wê rojê de xwedêgiravî baran ji erd û ezmanan dibariya, şivanekî xwestiye bi pezê xwe re ji ber baranê xwe bavêje şikeftê loma morîka xewê ji guhên ehlên şikeftê sûrikî guhê rokê êdî rok kete guhê gê. Li hêla din di çîvanokeke gelerî a kurdan de a bi navê “Fatfatokê” yan “taska zêran” hûtên ku morîka xewê di dest wan de ye Fatfatokê direvînin û wê dibin li şikefteke nepen vedişêrin. Li wir wê di xwe re dikin jin û kevanî, zarok jî jê re çêdibin. Dû re li hev tê û şivanek bi ser şikeftê ve dibe û Fatfatok vedigerîne malê nav dost û hogiran. Piştî ku hût pê dihesin li ser bêhnê wê dişopînin û bi ser malê ve dibin, morîka xewê dixin guhên şêniyên malê û wan dixin temara mirinê. Masiyek di tasekê de heye deng dibe Fatfatokê û dibêje; nigê xwe li tasikê bixîne bila av birije dê sihra hûtan bê birîn.

Kurd heger bixwazin pesnê yekî bidin jê re dibêjin: tu wekî morîkekê yî, şana bedewî û ciwaniyê, hevalbiçûka xişir û cewheran. Jixwe gelek terz şêwaz û şiklên morîkan hene ji wan morîka şens û siûdê a bi denên di qalibê dilan de xweşiyê bi ser hilgirê xwe de dirijîne an jî di şiklê ziman de, zimanên dost û neyaran li ber xwe kin û lal dike. Morîka karban a zerbûna wê zerikî ji can û cesedên zarokan dimije wekî lempeyekê bi ser nexweşiyê de diheje. Morîka şîr a zarokan wekî masiyan di nav golên şîr de wer dike.

Morîka bin zimanê mar a zanîn û marîfetê dide hilgirê xwe, marên ku timî alîkarên mirovan bûn di destan û çîrokên kurdan de, her gava mirov ketibana tengahiyekê an serê pengê li ber wan winda bibana çare û alîkarî ji bal maran dihat. Ev morîka ku zarokan ew di bin zimanê marên xwe de vedişartin û ew dişandin xewnên mezinan, mezinên ku xwestekên wan bi cî nedianîn û dilê wan dihiştin û di şûna ku morîkê bibînin û wê ji xwe re bibin, saw û tirsa maran ew di şeveqan de ji xew û şevbestan hildiçenandin. Û morîka xewê, morîka bêbav û bêdê ya Fatfatokê ew bi şîreta masiyan û bi rijandina comerdiya avê ji hûtan çelpand û ew radestî berketa terikî a destên dêyan kir.

Rojeke payîzê bû. Ji neslê badekên pîrekên dest gulmitkî bû, roka nizim a destbirak û hogir wekî pisîkeke gambore simbêlên xwe bi ser me de vediziland. Cara dawî bû pîrka xwe dibînim, ji dêya min re digot: Morîka xewê bigindirîne guhên zarokan law berî giraniya pez bê ser wan. Ji ber ku heger şivanan pez ji çolê vegerand û di axuran de mexel hatin êdî morîk ji destê te diflite û nebedî dibe.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

ÎZKÎTAP didome

ad

Bi 5 nûçeyan li Başûr tiştên diqewimin

ad

Stranbêjên kurd çima stranên gelêrî xirab dikin?

ad

Sazkar û derhênerê fîlman Turker Înanoglu mir

ad

Pereyên pirtûkê dê ji bo zarokan xerc bike

ad

Muskî peymana twitterê betal kir, niha dê çawa be?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname