Diyarname
Dîwarê 12 kîlometreyî ku dê Amed bikira du parçe piştî nerazîbûnan ji bo niha hat rawestandin.
Midûriyeta Reyên Hesinî ya Amedêbi sedema dora trênê bigire dê 12 kîlometre dirêj dîwarê ji betonê çêbikira lê di serî de saziyên sivîl ên Amedê, gel jî nerazîbûn nîşan da. Îro Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê proje da rawestandin û wezaretê got ku di rojên pêş de dê biryara xwe ya teqez a li ser projeyê ragihîne.
Midûriyeta Herîma 5'emîn a Rêyên Hesinî ku li Meletiyê ye proje amade kiribû. Wezaretê proje erê kiribû û dest bi projeyê kiribûn. 21 saziyên sivîl ên Amedê li dijî vê daxuyanî dabûn. Her wiha di twitterê de jî taga ku Amedî vê projeyê naxwazin hatibû vekirin û bi hezaran twît hatibûn belavkirin.
Raya giştî navê "Dîwarê Berlînê" li projeyê kiribûn.
**
Nûçeyên Eleqedar:


