Diyarname
Cenazeyê Helbestvan Mehmet Çetîn ê ku 9'ê mehê wefat kiribû, duh li Dêrsimê hat definkirin.
Helbestvan û nivîskar Mehmet Çetîn li Ovacixa Dêrsimê hatibû dinê. Di jiyana xwe de 8 jê helbest, yek çîrok 9 pirtûkên wî derketibûn. Bi helbestên xwe hin xelat girtibûn. Ew di heman demê de yek ji avakayên "Piya Şiir Kitapligi", "Zed Yayinlari" bû. Wî helbestên xwe bi tirkî nivîsandine. Yek ji pirtûkên wî "Pêşpera Gêlazan/Kirazlarin Hazirani" ji bo kurmancî ji aliyê Lal Laleş û Kawa Nemir ve hatibû wergerandin û ji Weşanên Lîsê derketibû. Pirtûkên wî ku hatibûn weşandin ev bûn: "Ruzgâr ve Gul İklimi" (1988), "Biragizdan" (1989), "Hatiradir, Yak Bu Fotografi" (1995), "Aşkkiran" (1997), "Olum Kitabi" (1999), "Kekemece" (2000), "Pûşpera Gêlezan/Kirazlarin Hazirani" (neqandinek ji helbestên wî, 2008)", "Taşa hatira" (2009), "Asmin" (çîrok, 1991).
Komên wekî Grup Munzur, Grup Kizilirmak û hunermend Ferhat Tunç ji helbestên wî stran saz kiribûn.
Helbestvan Çetin ev demek bû li nexweşxaneyeke taybet a li Stenbolê ji ber nexweşiya qansêrê dihat dermankirin.
Cenazeyê Çetin 12'yê mehê li goma Gurdeş a girêdayî gundê Kizixa Ovacixa Dêrsimê bi merasimek hat definkirin.


