logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Efsaneyê dinyayê Maradona şopeke mezin li dû xwe hişt û çû

Lîstikvanê efsanewî yê fûtbolê Armando Diego Maradona di encama qeyrana dil de îro mir. Maradona 60 sali bû.

  • Dîrok: 25/11/2020
  • Beş: Spor

Diyarname

Lîstikvanê efsanewî yê fûtbolê Armando Diego Maradona di encama qeyrana dil de îro mir. Maradona 60 sali bû.

526 GOL KÛPAYA DINYAYÊ

Diego Armondo Maradona di 30'ê kewçêra 1960'î de li Lanus a Buenos Aires a Arjantînê hat dinê. Maradona wekî efsaneyekî bû.  Di tîmên Arjentinos Juniors de dest bi lîstina profesyonel kir. Di navbera salên 1976-81'ê de li vir lîst û tam 116 gol avêtin. Heman salê transferê Boca Juniors bî ku vî tîmî rê li ber vekir: Di sala 1982'yan de bi 5 mîlyon Euroyî transferê Barselonaye bû. Wê çaxê ev transfer rekor bû. Di salên 1982-84'an de di 36 maçan de 22 gol li ser navê Barselonayê qeyd kirin û sala 1984'an transferê Napolî bû. Maradona bi 6.9 mîlyon Euroyî transfer bû ku ev rekora transferê bilindtir kir. Paşê Sevilla, Newell'is Old Byos, Boca Juniors bi temamî di 492 maçên Lîgan de lîst û 259 gol avêtin. Maradona di tîma neteweyî ya Arjantînê de jî 91 caran formaya tîmê li xwe kir û 34 gol avêt.

'DESTÊ XWEDÊ' Û GOLA SEDSALÊ

Maradona di sala 1986'an de Kûpaya Dinyayê li ser navê Arjantînê bi dest xist. Di fînalê de Arjantînê Almanyaya Rojava bi 3-2 têk bir û kûpa bir mala xwe. Maradona jî ji ber serketina wî bi Xelata Goga Zêrîn hat xelatkirin. Di vê tûrnûvayê de meseleya ku li dinyayê bû navdar di çarîk fînalê de gola ku avêtibû Îngilistanê bû. Di maçê de Maradona du gol avêtin û yek jê bi dest avêtibû ku ev mesele wekî "Destê Xwedê" ket nav dîroka fûtboyê ya dinyayê. Gola din jî balkêş bû ji ber ku Maradona 60 metre gog digindirand, gelek lîstikvan li dû hiştin û gol avêt. Ev gola Maradona di sala 2002'yan de ji aliyê FIFA'yê ve wekî "Gola Sedsalê" hat hilbijartin. Arjantînê Îngilistan di vê maçê de bi 2-1 têk bir.

KAKOÎNÊ MALA WÎ XIRA KIR

Maradona ne bi fûtbola xwe ya serketî tenê, bi jiyana xwe jî dibû rojeva dinyayê. Di sala 1991'ê de dema li Îtalyayê bû testa kokaînê kir û test pozîtîf derket, bi vê re 15 mehan ji sehayan dûr ma. Loma jî di sala 1994'an de nekarî di Kûpaya Dinyayê de bilîze.

Maradonaya ku li Napolî du caran tîm kir Şampiyonê Lîgê (1986-1987, 1989-90), Coppa Îtalya (1987), Kûpaya UEFA'yê (1989), Supercoppa Italiana (1990) girt, pirsgirêkan xwe rû da, dest bi kokaînê kir û jiyana wî ser û bin bû. 

TEKNÎK DÎREKTORIYEKE NE SERKETÎ

Piştî destjêberdana fûtbolê Maradona di sala 1994'an de dest bi teknîk dîrektorî kir. Wê salê ligel Mandiyu de Corrientes kar kir, sala 95'an de bû berpirsê tîma Racing lê serketineke baş bi dest nexist. Ev macera jî tenê salek dom kir. Piştî salan di sala 2008'an de bû Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Arjantîmê du salan li ser kar bû, di 19 maçan de 14 caran bi ser ket, 5 caran têk çû lê ji ber tu kûpa negirt, tu serketin li ser navê wî nehat qeydkirin. Maradona di gulana 2011'an de bû berpirsê tîma AI Wasl FC, salek ew tîm bi rê ve bir lê bi ser neket.
Ew îdola gelek lîstikvanan bû. Dinyayê jê hez dikir. Ligel kokaînê, digel jiyaneke tevlihev, û paşê ligel teknîk dîrektoriya ne serketî jî ew her efsane bû, her jê dihat hezkirin û diçû ku derê her hurmet didît.

Û XATIR XWEST

Madarona serê vê mehê ji mejiyê xwe emeliyet bûbû. Doktoran gotibû emeliyet baş derbas bû. Û ji wê rojê de li mala xwe ya li Tigreyê dihat dermankirin lê roja 25'ê sermaweza 2020'an qeyrana dil derbas kir û mir.

Maradona navekî efsanewî, jiyaneke gelek balkêş li dû xwe hişt û xatir ji vê dinyayê xwest.

SÊ ROJ ŞÎN DANÎN

Serokdewletê Arjantînê Alberto Fernandez li ser mirina Maradona ji bo sê rojan li hemamê welat şîn danî.


***

Nûçeyên Eleqedar:

- Belgefîlmê Maradona temam e

-  Ciwaniya Maradona li vir derbas bû

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

news
  • 16 04 2026

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

news
  • 14 04 2026

Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe

news
  • 13 04 2026

Amedsporê ji kîsê xwe xwar!

news
  • 10 04 2026

Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin

news
  • 09 04 2026

Di Lîga Şampiyonan de salek balkêş li dar e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Erdal Kaya bi 'Zikopişto'yê tê

ad

Klîba Hefteyê: Nesrîn

ad

Di fûtbola jinan a Euro 2022 de çarîk fînalîst diyar bûn

ad

Serdema Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan dest pê dike

ad

Parlemena Kubayê peyva 'Komunîzm' ji Zagona Bingehîn derxist

ad

DEBISTANa Kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname