Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê û Anadolu Kultur-Depo/Depoya Titûnê ji bo piştgiriya malbata Şaban Dayanan û ji bo zarokên wî bixwînin kampanyayeke piştgiriyê da dest pê kirin.
Ji bo vê yekê li bankeyê hesabeke hate vekirin ku kesên bixwazin dikarin ji ser vê hesabê re alîkariyê bikin.
Şaban Dayanan hem aktîvîstê mafên mirovan, hem rêveberê Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê, hem jî kedkarê wê bû. Dayanan di 13 saliya xwe de rasti îşkenceyê hat û piştî vê dest bi têkoşîna ji bo mafên mirovan kir.
Dayanan ji roja ku Depo/Depoya Titûnê vebûye alîkariya kesên xebata çand û hunerî dike. Ew di heman demê de wênekêş bû; digel van yekan ew mêrê Nurten Dayanan, bavê Taylan û Havînê bû.
Niha ji bo alîkariya vê malbatê li bankeyê hesabeke hat vekirin û kesên bixwazin bi ser vê hesabê re dikarin alîkariya malbatê bikin.
Vaye ew hesab:
Nurten Dayanan
Akbank Hasköy Şubesi
Şube kodu 0207
Hesap no 0050204
IBAN TR 710004600207888000050204
***
Nûçeya eleqedar:


