Fêrgîn Melîk Aykoç
Birêz Lewendî min dîtinên te yên li ser çavdêriyên te yên li Amedê ku di nivîsandina birêz H. Diljen de* hatibû pêşkêş kirin, xwend. Nizanim çima gelek bala min kişand,lê dibe ku rastê dema vegera Kemal Burkay hatibe lema!
Du vegerên ji hev cûda.
Li ser van mijaran çend pirsên min ên serê êşê hene. Ji ber ku tu jî edibekî kurdan î, edip ji rastiyan natirsin, dibe ku dema te hebe û tu bi zimaneke wêjeyê bersiva pisên min bidî.
Berê her tiştî dixwazim ji dewa şînê dil û xatirên te ragirim. Bavê te çûye rehmetê, bila Xwedê rehma xwe lêke, gor bi nûr be, serê we sax be! Û xwedê aram û sebrê bide te û malbata te. Lê jiyan didome, jiyana me kurdan jî naşibe yên gelên din, şîn û şahiyên me, geşt û şerên me bi hev re dimeşin. Dostanî û dijminahiya me jî gelek caran têkilhev dibin. Rexneyên me jî her wiha. Carinan mala şînê xwe diguherîne cihê kenê, çîrok û nîqaşên polîtîkî, kesê rehma Xwedê lêbûye tê ji bîrkirin. Mixaben ku rastiya me ev e. Bi hêviya bexşandinê ezê çend pirsan ji cenabî te bikim.
Tu jî sih sal ji welatê xwe dûr bû û li Swêdê dimayî! Di warê ziman û perwerda ziman de te jî xebatên hêja kir. Niha jî di televîzyonekê kurdî de dixebitî. Tu jî kesek siyasî bûyî! Tu di warê wêjeyê de jî kesayetiyekî kurdî? Ez bawer dikim pisîka te jî tune, ji ber ku mala te betonkirî ye, mişk lê nayên ditîn. Gelo dema tu li balafirgehê peya bûyî, bi hêla cigîrê waliyê herêmê û endamê çapemeniya tirk ve hatî pêşwazîkirin? Eger tu bi bando û koma mehterê nehatibî pêşwazîkirin, gelo sebebê wê çi ye?
Binêr birêz Burkay jî ne serokê partiyekê ye û ne pisîkeke wî, ne jî hêza wî heye (wî bi xwe jî wiha got). Ew bi delîndezeke dewletê ya biçûk hate pêşwazîkirin, ez bawer dikim tenê xaliya sor kêm bû. Niha bi wezîrên destê Oya Eronat girtin û destdanîna wê ya li ser parlementeriya Hatîp Dicle pîroz kirine re radibe rûdine. Li hember vê wekî tevahiya gelê me dilê min jî êşiya, gelo te jî ew êş hîs kir?
Ma hêza Birêz Burkay li Brukselê çi be, ya te jî ne ew e. Bi kêmasî be jî AKPeyîyên li Amedê yên hevparê diza 80 000 rey dizîye ne, xwestin bi te re hevdîtinekê çê bikin? Ku nexwastin, gelo çima?
Ruşen Çakir li Amedê bû. Qaşo civîna KCD‘ê dişopand û divîbû li ser wê civînê binivîsanda, lê di nivîsandina xwe de metha Burkay kir, li gel wê dijî KCD’ê jî jehra xwe rijand! Eger R. Çakir pesna kurdekî/ê bide, tê wê wateyê ku li gor dewletê ew kurdekî/ê spî û baş e? Rastî bibe xwîn di ser serê wî rojnamegerî de birije. Gelo wî çima behsa te jî nekir? Yan ji rengê te yê esmerê xweşik tirsiya?
Tu edîbekî kurdî, kesên edîb ji romantîzmê hez dikin û berê li cihên romantîk digerin. Tu çima wekî Burkay berê neçûyî Stenbolê, êvarekî li keviya deryayê rûneniştî û di ronahiya tîrîjên di nava deryayê de diçilvilî de qedeheke eraqa tekelê yan jî kirmizê ji şîrê mehînên Asyayê venexwarî?
Ma bayê “rêlibervekirin (vebûn, yekîtiya netewî û ziqumên wkd.)” bi hêla te ve jî neweşiya? Te jî nikanîbû bigote: “Ez ji bo piştgiriyê bidim vebûnê hatime! Xwedê ji axayên Tirkiyeyê çavbeloq ên kesk razî be! Maşallah, di delingê Tirkiyê re demokrasî diherike!”?
Min bibexşîne lawikê Amedê, lê bi rastî jî bêhna cudaxwazên xweseriya demoqratîk îlankirine, ji awayê pêşkêşkirina çavdêriyên te tê? Ez ji cudaxwazan hez dikim, herbijî cudaxwazî! Tu dibêjî: “Herkes bûye PKKeyî” Ma gava tu rastiyan dibêjî, tu ji Milli Şefê Tirkiye yê kesk Erdogan û ordiya îmaman natirsî?
Min bibexşîne, Swêd mirovan hinek dicemidîne, gelo ev wêrekiya te ji germahiya dilên Amedê tê? Tu yê wê germahiya dilê Amedê di vegerê de ragîhînî cihana kerr û lal? Cardin serê te xweş be! Xwedê rehma xwe li bavê te ke! Li gel silavan.
***
*Nivîsa eleqedar:
- Mehmûd Lewendî piştî 32 salên sirgûniyê Amedek çawa dît?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


