Diyarname
Serokê Konseya Çapemeniyê yê Tirkiyeyê Orhan Birgit li ser daxuyaniya Wezareta Edelatê ku dibêje "Ji 63 rojnamegerên girtî tenê 4 kesî sûcê fikir kiriye yên din ji ber endamtiya rêxistinan girtîne" got: Wezareta Edelatê rastiyan berevajî dike.
Birgit got ku hiqûqa gerdûnî ji bo bekaranîna azadiya ramanê cezakirina dest ji dehan kesan berda ye kesekî tenê jî qet qebûl nake. Birgit wisa got: "Ji ber ku li dinyayê li hemberî polîtîkaya Wezareta Edatelê bertek zêde dibin, wezaret ji bo pêşî li van bertekan bike rastiyan vedişêrê. "
Li Tirkiyeyê berpersê karê nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun, rojnameger Ahmet Şik, Mustafa Balbay (wekî mebûs hat hilbijartin) û Nedim Şener jî têde 63 rojnameger di girtîgehê ne de û bi dehan rojnameger jî doz li wan hatiye vekirin.


