Diyarname
Rojnameya bi kurdî Xwebûn ku hefteyê carek derdikeve bi hejmara xwe ya 50'î li pêşberî xwendevanan e.
Rojnameya Xwebûnê par dest bi weşanê kiribû û niha hejmara xwe ya 50'î derxist. Rojnameyê vê hefteyê manşeşta "Fêm nakin û nezan in" bikar aniye û qala parastina bi kurdî ya rojnameger Îsmaîl Çoban kiriye. Çoban ku Midûrê Karên Niîsaran ê Rojnameya Azadiya Welat bû htaiye girtin. Çoban xwest parastina xwe bi kurdî bike lê dadger "bi zimanê ku nayê fêmkirin" bersiv daye.
Vê hefteyê Rizoyê Xerzî lgel nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr li ser xebatên wî hevpeyvîn kiriye. Ozdemîr dibêje, "Bi xeyala ku bibim pirek di navbera zaravayên kurdî de, min wergerandina‐kurmancîkirina zaravayê kurdî‐soranî jî ji xwe kir armanc. Îro sed hezaran kurmancîaxêv Şerko Bêkes nas dikin, dixwînin, an dizanin. Di vir de helbet têkariya me jî ne hindik e.”
Nivîskarên rojnameyê Munewer Azîzoglu Bazan, Yaqob Tilermenî, Felemez Ulug, Dr. Abdulillah Polat, Samî Hêzil, Seyidxan Anter, Cemil Oguz, Agît Yazar bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.


