Diyarname
Kardeş Turkuler ku ev çend sal in li Harbiyeyê her sal konserê dide, îsal tevî hunermend Aynur û Sezen Aksu derdikeve ser dikê.
Hunermend Aynur ku di Festîvala Cazê de çend nijadperestan li hemberî wê protestoyek li dar xistibû û ew ji ser dikê daketibû, niha tevî Kardeş Turkuler li heman derê dê bistrê.
Konser dê 14'ê vê mehê bi navê "Rojeke nû" li dar bikeve. Di konserê de digel Kardeş Turkuler dê Sezen Aksu, Arto Tunçboyacıyan, Ara Dinkjian, Aynur, Koroya Zarokan a Okmeydani bi hev re derkevin ser dikê.
Kardeş Turkuler ku çend meh berê di bin dîrektoriya Arto Tunçboyaciyan de bi navê "Çocuk (H)akli" albuma xwxe derxistibû, di vê konserê de digel ji albuma xwe ya nû, dê stranen xwe yên berê jî bistrê.


