Diyarname
Hunermend û helbestvan Hekîm Sefkan ku yek ji bernameçêkerên destpêkê yê televîzyonên kurdî ye, piştî 17 salan careke din vedigere ser ekranê. Hunermend Sefkan ku bi karê xwe yê helbestvanî û awazdanînê di qada hunerî de ji nêz ve tê naskirin, di sala 1995'an de di Med TV de destpêkê bernameya "Keskesor" amade kir û dû re jî bi pêşkêşvaniya bernameya "Rê bi Rê Kurdistan" hat naskirin.
KARÊ HUNERÎ DIDOME
Di sala 1999'an de di CTV de bernameya "Hunername" amade û pêşkêş kir. Piştre jî di Medya TV de heta dawiya 2003'yan bernameyên wekî "Tava Heyvê" û "Bêhna Şevê" pêşkêş kirin.
Li gor agahdariyên Diyarnamê bi dest xistine, Hekîm Sefkan wê ji destpêka sala nû û pê de di televîzyona Med Muzîkê de dîsa bernameyeke hunerî bi navê "Hunername" pêşkêş bike. Bi vê bernameyê 17 sal li ser bernameya wî ya dawiyê di tv'yê de hatibû weşandin re derbas dibe. Bername wê her hefte carekî were weşandin. Naveroka bernamê jî wê bi beşdariya hunermend û rewşenbîran li ser mijarên cuda bin.
BERNAME DEST PÊ DIKE
Heta niha bi dehan stran, helbest û sirûdên Hekîm Sefkan ji aliyê gelek hunermend û komên muzîkê ve hatine xwendin. Her wiha ew senarîst û serekaktorê rêzefîlma "Dengê Defê" bû. Ji bilî du pirtûkên wî yên helbestan, sê albumên wî jî hatine weşandin. Di rojname û kovarên cuda de gelek nivîsên wî hatine weşandin û wî wextekî dirêj di malpera me Diyarnamê de jî wekî qunciknivîs beşdarî ki
Bernameya pêşî ya Hunernameyê roja yekşemê, 03.01.2021’ê bê weşandin û mêvanê vê bernameyê dê hunermendê ermenî Îbrahîm Keivo be.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Televîzyona Med Muzîk di sala nû de formata weşanê diguherîne


