Diyarname
Dengbêj Kazo roja 28'ê mehê li Stenbolê rakirin nexweşxaneya "Ozel Gaziosmanpaşa"yê û piştî tehlîlan biryara emeliyetê dan. Li gor agahiyên ku me ji nexweşxaneyê girtin îro dê emeliyet bikin. Li gor planê 29'ê mehê piştî nîvro dê ji çar damarên wî emeliyet çêbibe û paşê dê diyar bibe ka çend rojan li nexweşxaneyê bimîne.
Par di meha avrêle de Dengbêj Kazo û xanima xwe bi vîrusa koronayê ketibûn.
*
Nûçeya Eleqedar:
- Dengbêj Kazo û xanima wî jî bi vîrusê ketin


