HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan bang li NY'ê kir. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê, Mezlûm Abdî, Qubad Talabanî, dewletên navneteweyî li ser bûyerên axivîn. Her wiha otomobîla pê fuze hatibûn avêtin hat dîtin. Vane agahiyên nû...
BARZANÎ BANG LI NY'YÊ KIR
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bi fuzeyan êrîşa li hemberî Hewlêrê peyamek belav kir û bûyer bi tundî şermezar kir. Barzanî êrîş wekî êrîşeke terorîstî bi nav kir. Her wiha Barzanî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û bibîr xist ku ev êrîşeke gelek cidî ye, meseleye pir cidî bigirin û kar bikin ku ji bo rêlibergitina gefên li hemberî gelê Heramê Kurdistanê.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken jî li ser êrîşê di peyama belav kir de got ku ew gelek bi hêrs in û ji bo lêkolînkirin û cezakirina ser sûcdaran ewê bixebitin.
Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî li ser twittirê re peyamek weşand û êrîş bi tundî şermezar kir. Kobanî wisa got, "Ev êrîşên armanca wan têkbirina îstîqrara Herêma Kurdistanê ye em bi tundî şermezar dikin."
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî jî êrîş bi tundî şermezar kir û ewlehiya Herêma Kurdistanê wekî xeta sor bi nav kir. Talabanî got ku ji bo ewlehiya herêmê divê em bibin yek.
OTOMOBÎL HAT GIRTIN
Li aliyê din Hêzên Dijterorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku otomobîla ku bi wê fute avêtine Hewlerê bi dest xistine. Sîstema fuzeyê li ser otomobîlê hatiye bar kirin ku dikare carek de 10 fuzeyan biavêje. Hat gotin ku fuze li cihek deşta nêz Hewlêrê ew fuze bi vê otomobîlê hatine avêtin. PENTAGON: 14 FUZE KETINE NÊZÎ ME Wezareta Parastina DYA'yê (Pentagon) li ser êrîşa li hemberî Hewlerê got ku 14 fuze nêzî bingeha hêzên amerîkî ketine, di encamê de sivîlek miriye, pênc leşkerên amerîkî birîndar in. Her wiha gelek dewletan ev êrîşa li hemberî Herêma Kurdistanê şermezar kir. BALAFIRXANE DIXEBITE Li aliyê din duh di dema êrîşê de çûn û hatinên li Balafirgeha Hewlêrê hatibûn rawestandin, vê sibê rewş normal bû û balafirgeh wekî berê kar dike.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bi fuzeyan êrîşê Hewlêrê kirin: Hejmara birîndaran zêde dibe


