logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaşkirin

Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek bi tirkî-kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya nû ya rêbendan-reşemî-adarê li pêşberî

  • Dîrok: 03/03/2021
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek bi tirkî-kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya nû ya rêbendan-reşemî-adarê li pêşberî xwendevanan e. Kovarê vê carê meseleya "Dîroka Têkiliyên Kurd-Yewnanan" girtiye dest.

Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 43'yan derket. Edîtoriya dosyaya vê hejmarê Murat Issi kiriye û ji serdema antîk heta niha têkiliyên  kurdan û yewnana girtine dest.

TÊKILIYA KURDAN Û YEWNANAN

Di çarçoveya dosyayê de Issi pêşî gotareke dirêj di vî warî de nivîsiye. Ew diyar dike ku gelek têkiliyên kêm ên ligel yewnanan hebûna û ji bo piştî salên 1980'yan jî wisa dibêje, "Piştî salên 1980'yan rêxistinên siyasî yên kurd wekî penaber li qada Yewnanistanê derketine  holê û vê yekê rewşa têkiliyên kurd-yewnanan guhartiye."

LI ZANÎNGEHÊN YEWNANISTANÊ DERSÊN LI SER KURDAN

Issi paşê ligel Andonis Deriziotis hevpeyvînek kiriye.  Deriziotis yek ji hîndekarên Beşa Turkolojî ya Zanîngeha Kapodistriako ya Neteweyî ya Atînayê ye. Hevpeyvin li ser hînkirina dîroka kurdan a li Yewnanistanê hatiye kirin. Ew dibêje ku li Zanîngehên Yewnanistanê li ser Cîhana Rojava û Balkanan, li ser Tirk-Osmanî, li ser gelên Behra Sipî ders têne dayîn û van lê zêde dike: "Di dîroka dersên tirk de dîroka hemdem a kurdan bi ser re be jî qal tê kirin lê mixabin li ser dîroka kurdan heta îro li tu Zanîngehên Yewnan, li tu beşê ders nayê dayîn."

Paşê Deriziotis dibêje ku di sala 2020'an de bi navê "Destpêka Dîroka Kurdan" dersek hatiye dayîn û ligel ku tiştên din jî hatine plankirin lê serdema pandemiyê bûye asteng.

Her wiha Murat Issi bi ser navê "Xebatên felsefîk ên Serwat Raşîd" jî nivisek amade kiriye.

BAZÎDÎ REWŞA XWE NIVÎSIYE

Rojnamegerê kurd ê li Yewnanistanê Cemîl Dûran Bazîdî jî bi sernavê "Ji phênûsa xwe rojnamegerekî kurd ê li Yewnanistanê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Bazîdî ku piştî Derbesa 1980'yê çûye Yewnanistanê ji wê rojê de heta niha qala çîroka xwe kiriye.

Di çarçoveya dosyayê de Bahoz Şavata jî bi sernavê "Di berhema Anabasis a Ksenefon de Kardûxî/Kurd" nivîsek nivîsandiye

NIVÎSA JI ROJNAMEYA SALA 1854'AN

Di vê hejmarê de Dr. İsmet Konak bi navê "Di rojnameya Kavkaz de 'Kurd' (1854)" nivîsek amade kiriye. Di dema şerê di navbera Osman û Rusyaya Çar de li ser rola kurdan rojnameya "Kavkaz" nûçeye û gotar li ser kurdan nivîsîne. Ev hejmara rojnameyê di 16'ê rêbendana 1854'an de hatiye weşandin û ew nivîs ji wir hatiye wergerandin.

Prof.Dr.Salih Akin bi sernavê "Reformên zimanî yên Bedirxanîyan: Alfabeya Latîn û Bingeha Rêzimana Zaravayê Kurmancî" nivîsek amade kiriye. Ew van gotinan rêz dike, "Komek ji rewşenbîrên kurd ên Tirkiyeyê yên sirgûnî Sûriyeyê bûyî dest bi xebata avakirina alfabeyeke nû dikin. Ev kom ji mîr Celadet Bedirxan, alîkar û birayên wî Sureya û Kamiran û çend hevkarên wan ên din pêk tê."

BEGÊN LICÊ

Tarik Ziya Ekîncî jî bi nivîsa xwe "Ji aliyê dîrokî, sosyolojî û siyasî ve begên Licê" ked daye kovarê. Her wiha bedewama nivîsa Nasruddewle Mardux "Wekî têgehek erdnîgarî û siyasî Kurdistan" hatiye weşandin. Li aliyê din Îbrahîm Gurbuz bi sernavê Sererastkirin û çend not" li ser nivîsa Can Candan a ku di hejmara 40'î ya kovarê de weşandine nivîsek pêşkêş kiriye. Gurbuz li ser wê serdemê hin agahiyên nû pêşkêş kirine.

Wekî notek: Yên bixwazin dikarin ji bayiyan û cihên kovar tê firotin kovarê bikriin, yên bixwazin dikarin wekî e-kovar jî bikirin.

Ji bo têkilî:

Tel 0212 245 81 43

GSM 0541 391 81 49

E-mail kurttarihi2017@gmail.com

www.kurttarihidergisi.com



Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

M. Ali Birand: Ez dixwazim bi Ocalan re hevpeyvînê bikim

ad

Pirtûk vê carê li Çûkûrovayê kon ve didin

ad

Bernameya meha sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Aktîvîstê mafên mirovan Husnu Ondul mir

ad

Li Qamişloyê Festivala Genim li dar ket

ad

Kincên wê bi mîlyon dolaran hatin firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname