Diyarname
Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike bi hejmara xwe ya 19'an, a adar-avrêlê li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Bê zimanê zikmakî mayîn û Biyanîbûn'"ê disekine. Bulent Kuçuk û V. Metîn Bayrak li ser mejarê diaxivin.
Ji nivîsên kurdî Ozan Serhedî bi sernavê "Di klamên Şakiro de erotîzma veşartî" nivîsek amade kiriye. Ew wisa dibêje, "Naveroka kilaman piranî pesindayîna bedewbûn, delalbûn, nazikbûn û xweşikbûna keçikê, xweşikbûna dev û lêv, çav û birî, por, poz, diran, dest, tilî, bejn û bala keçikê ne. Me di gelek kilaman de jî dît ku dema dengêj pesnê bedewbûna keçikê dide, di wir de behsa memikên
keçikê jî dike û ev jî dibe sedema erotîzmeke veşartî.
Ji nivîsên tirkî Mehmet Bayrak bi sernavê "Yaşar Kemalê Efsanevî" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Di vê hejmarê de sê hevpeyvîn hatine kirin. Ronî Nasirkaya ligel parêzer Ayhan Erkmen hevpeyvînek kiriye. Erkmen ku Şaredarê Bajaroka Dagpinar a Dîgora Qersê bû, niha bi ser youtube re li ser dîrokê vîdyoyên kişandine diweşîne. Mela Mihyedîn jî ligel wênesaz Xelef Diljan hevpeyvînek kiriye. Îbrahîm Karaca jî ligel Ragip Încesagir hevpvyînek kiriye.
Bariş Avşar, Sezaî Sarioglu, Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengî Berfîn Odabaşi, Recep Maraşli, Savaş Yadirgi, Veysi Ulgen, Îbrahîm Gênç, Şeyhmus Dîken bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Arjen Arî, Cemal Sureyya, Mela Ehmedê Namî, Mesut Alp, Hejar Mukriyanî hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Telefon: 0543 488 69 96
E–mail: dilopdergisi@gmail.com


