Diyarname
Niha herêmeke pîlot hilbijartin, li wir dê mirov hefteyê tenê 4 rojan bixebitin û rojên din nexebitin.
Em qala Spanyayê dikin. Spanya li EWropayê yekemîn welat e ku dema xebatê daxistibû 8 saetan. Di sala 1919'an de Spanyayê li EWropayê pêşengiya vî karî kiribû. Niha Spanya dixwaze gavek din biavêje û dema kar daxe 4 rojan.
Parlemenê li ser vê yekê biryar girt. Li gor baweriya wan ev yek dê hilberînê zêdeti bike, ji aliyê mejî ve mirov dê rehetir be. Li gor wan ev yek dê bandorê li kişwerê bike jî bike, hesta têkçûna mirov dê ji holê rabe û hevkêşeya kar-jiyanê dê saz bibe.
Di sala 1919'an de li Barselonayê karkeran dest bi grevê kir, piştî grevê dema kar daxistin 8 saetan. Ev yek li Ewropayê gava yekem bû. Niha li Spanyayê gaveke nû tê avêtin.
Li Spanyayê partiya çepa navendî Mas Pais ev mesele anîbû rojevê.
Meseleya daxistina rojan, yan jî daxistina saetên kar li welatên wekî Almanya, Zelandaya Nû û Fînlandiyayê jî hatibû rojevê.


