Diyarname
"Kovî" navê stranek e ku gotin û muzîk aîdê Serhat Kural e, û em vê hefteyê wê derdixin pêş.
Serhat Kural hunermendekî kurd e, ji Bedlîsê ye. Bi salan e di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de ked dide.
Kural pêşî bi modern dansê derket pêş û hê jî bi awayekî profesyonel vê xebata xwe didomîne. Mirov dikare bibêje yek ji danskarên profesyonel ê kurd e.
Di salên dawî de wî aliyê xwe yê muzîkê jî li vê xebata xwe kir. Di nav "Dîwan-a Dubeytî" ku helbestên Baba Tahirê Uryan kiribû stran ligel hevalên xwe cih girt. Di wê albumê de strana "Bêwefa", "Tu ji min dûr î" wekî solo xwend.
Kural karê xwe yê muzîkê û dansê bi hev re didomîne. Di klîba ku niha em ji bo vê hefteyê derdixin pêş de ev her du huner hatine ba hev.
Fermo "Kovî"...


