logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Wêje û teoriya şewqdanê

Di vê gotarê de mijara sereke Teorîya Şewqdanê ye. Lêbelê beriya ku li ser Teorîya Şewqdanê bê sekinandin pewîstî hat dî

  • Dîrok: 12/04/2021
  • Beş: Serbest

Ba HAR GUNER

KURTE                                                                                     

Di vê gotarê de mijara sereke Teorîya Şewqdanê ye. Lêbelê beriya ku li ser Teorîya Şewqdanê bê sekinandin pewîstî hat dîtin ku li ser pirsên ‘wêje çiye?’ û ‘wêje bi kêrî çi tê?’ bê sekinandin. Teorîya şewqdanê li Antîkîte yê bi Platon dest pê dike û di gelek sedsalan de bi şêwazên cuda di hundirê wêjeyê de, xwe rê dide. Mînak weke Estetîka Marksîst, Realîzm, Natûralîzm û Rasteqînî ya Civakî. Di dîroka wêjeyê de Teorîya Şewqdanê ciyekî girîng digre û xuya ye ku teorîya şewqdanê baş neyê fêhmkirin wê hin pirsên di derbarê wejeyê de bê bersiv bimînin. Di vê gotarê de sînorê Teorîya Şewqdanê ji Platon ve hatiye xêzkirin û bi Rasteqînî ya Civakî bi dawî bûye.

Bêjeyên Sereke: Teorî, Şewqdan, Wêje, Platon, Rasteqînî ya Civakî

 A-Wêje Çi Ye?

Wêje bi hevokê dest pê dike. Ji ber ku bêjeyek bi tena serê xwe nikare bibe wêje. Bêje bi tena serê xwe tazî ye û nikare cil û bergên wêjeyê li xwe bike, tenê dikare wateyeke ferhengî bihewîne, ev jî dûrî wêjeyê ye. Lêbelê ku herî kêm du bêje werin cem hev û têkevin têkîliyê dikarin êdî wêjeyê biafirînin. Em dibên dikarin, ji ber ku divê ev bêjeyên ku hevokê ava dikin, bi awayekî ciyawaz û bi estetikê bên cem hev ku em karibin bibêjin wêje dest pê dike. Weke ku me bal kişand ser têkîliya di nava bêjeyan de, Eagleton jî balê dikişîne ser bikaranîna ziman. Dibêje ziman, wexta bi awayekî taybet bê bikaranîn wê çaxê wê di derheqê wêjeyê de tiştinan ji mere bibêje û du mînakan dide:

1-“Ey bûka bêdengiyê ya destlêneketî.”

2- “Ma hûn nizanin ku ajovan di girevê de ne?” (Eagleton, 2018, r. 17)

Eagleton dibêje wexta hûn li rawestgeheke otobûsê hevoka ewilî ji min re bibêjin ez ê zanibim ez derketime hizûra wêjeyê. Ji ber ku ez ê zanibim hûnandina bêjeyan, rîtm û lerizîna wan maneyên xwe yî razber derbas dike û ji ber ku ev hevok tê wateya gelek tiştan. Lê hevoka duduyan tiştekî wisa nake û hevokek ji rêzê ye.

Mirov dikare fikrekê, rewşekê, bûyerekê bi hevokên curbecur bîne ziman. Di nav van hevokan de bê guman hinek wê zêdetir nêzîkî zimanê wêjeyê bin. Weke ku şêweparêzên(şêweperestên) Rûsî dibêjin “Wêje zimanê rojane diguherîne û tîrtir dike û ji zimanê rojane yê birêkûpêk diqete.” Divê zimanê wêjeyê jî xwe ji zimaneki jirêzê qut bike û bi şêweyeke balkêş xwe ava bike. Lêbelê pirsek derdikeve holê. Li gor kê û çawa balkeş, an jî ne jirêze? Di derbarê vê pirsê de jî, mirov dikare bibêje wêjeyeke qels, wêjeyeke navîn û wêjeyeke xurt heye. Ma em dikarin bibêjin hevokeke Gogol, Mîller, Dostoyevsky, H.Kovan Baqî di yek xurtiyê de ne? Bi min hevokên H.Kovan Baqi wêjeyeke xurt dihewînin di hundirê xwe de, bi te yên Gogol, bi yekî din yên Dostoyevsky. Ev jî, weke pirsa ku me li jor kir, bi giyan(derûnî) û nêrîna xwendevan ve girêdayî ye. Helbet bi nêrîna wî yî niha! Dibe ku sibê xwendevan, nivîskar û wêjeya wî neecibîne û nivîskar û wêjeya wî li cem xwendevan qîmetên xwe wenda bikin. ”Wexta ku di dîroka me de kûrahiyeke têra xwe çêbibe, dibe ku di pêşerojê de em civakek ku tu tamê ji Shakespeare nestîne ava bikin û ev gengaz e. Dibe ku berhemên Shakespeare bi vê civakê xerîb were û civak Shakespeare dûrî xwe bibîne. Heta dibe ku Shakespeare ji nivîsên li ser dîwarên kolanan ne bi qîmetir be” (Eagleton, 2018, r. 27)

Gelek pênase di derbarê wêjeyê de hatine kirin. Ya heri navdar jî em dikarin bibêjin li ser sînorê rastiyê û xeyaliyê hatiye gotin. Bi gelemperî tê gotin ku, “Wêje, nivîseke xeyalî ye.” Terry Eagleton li ser kêmasiya vê pênaseyê disekine û dibêje : “Wexta ku em li ser nivîsên ku mirov dixe çarçova wêjeyê bifikirin, em ê bibînin ku ev pênase bi kêrî tiştekî nayê. Wêjeya İngilîzî ya sedsala XVII. Shakespeare, Webster, Marvell û Mîlton di hundirê xwe de dihewîne lêbelê di heman demê de ceribandinên Francis Bacon, wazên John Donne, xwejînenîgariya manewî ya Bunyan û her tiştên Sîr Thomas Browne jî dihewîne.” (Eagleton, 2018, r.15-17)   Eagleton hin tiştên din jî lê zêde dike, weke ku wecîzeyên(aforîzmên) La Roche Foucauld, axaftinên şînê ên Boussuet, lêkolînên li ser helbestê yên Boileau, nameya ku Madame de Sevînge ji keça xwe re nivîsandiye, felsefeya Descartes û Pascal h.w.d. Dibêje ev giş wêje ne û dikevin çarçova wêjeyê.

Di derheqê sînorê wêjeyê de em dikarin li ser gelek beşan bisekinin. Di Antîkîteyê de Arîstoteles di Poetica xwe de beşên wêjeyê di bin sê sernavan de tesnîf dike “Tragedya, Epos û Komedya.” Lê niha em dibînin ku zimanê wêjeyê gelek cure afirandiye. Mînak sînema, şano, muzîk, felsefe, ol, xîtabet h.w.d. Em dikarin bibêjin ji xeynî zanînê, wêje, xwedîtiye li beşan gişa dike. Ma em dikarin bibêjin xîtabeta Nûrî Dersimî ne wêje ye? An jî şanoyên Shakespeare an jî felsefeya Nîetzche ku helbestên wî bi zimanekî wêjeyî felsefê dikin an jî kilamên Nizamettîn Ariç mirov ji bo çi ewkasî dixin bin bandora xwe û bi hestên mirov digire û dikişîne gerdûneke din? Em dikarin bibêjin berê di warê wêjeyê de ewqas beş tunebûn. Her ku mirovahî bi pêş ket wêje beş bi beş cuda bû û şaxên nû ji xwe berda. Wexta ku em li destpêka romanê, çîrokê, gotarê, felsefeyê, tragedyayê dinerin em vî wêneyî zelaltir dibînin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin wêje valahiyên jiyanê tevde dagirtiye û di beşên cûr be cûr de kêm zêde, cî ji xwe re girtiye.

Fatma Erkmen-Akersan dibêje, ji pirsa ‘Wêje çiye?’ re bersivek her daîm li her derê ku rast be bê gotin ne gengaz e. Encax li gor serdemekê û çandekê em dikarin hin bersivan bidin. Fatma Erkman-Akersan li pey bersiva Sırma Köksal ku dibêje “Wêje jiyana rasteqîn qet nabêje, li ser jiyanê çîrokekê dibêje.”  disekine û dibêje “ Ê baş e, lê ka çîrok çiye? Nivîsên geştê, mînak yên Marco Polo’yî, Evliya Çelebî em ê wan wêje bihesibînin an em nahesibînin? Yan jî em berevajî lê binêrin: Axaftineke xurt ya parêzerekî an jî ya siyasetmedarekî, dibe ku zerafata hunera vegotinê di nav xwe de bihewîne. Ango estetîk dibe ku bibe parçeyek mecbûrî, lê belê armanca axaftineke wisa ne estetîk e, estetîk dibe wasitayek ji bo gihandina armancê. Em dikarin dirêj dirêj li ser axaftineke wisa niqaş bikin ku em vê axaftinê wêje bihesibînin an nehesibînin.” (Erkman-Akersan, 2019, r. 17-21)

B-Wêje Bi Kêrî Çi Tê?

Ziman wêjeyê diafirîne û wêje jî çand, ziman û mirov diafirîne. Nivîskar bi xêra ziman, xwe û civaka xwe bi rêya wêjeyê nas dike û dide nasîn. Wexta ku em li romana zimanê Kurdî ya yekem[1] binêrin, em ê di nav sînorên tevahiya Sowyeta kevn de jiyana Kurdên beriya şoreşê û piştî şoreşê bibînin. Roman, jiyana Erebê Şemo û sosyo-polîtika Kurda ya wê serdemê tîne ber çavan.

Bersiva wêje bi kêrî çi tê, bi temamî bi bersiva, em ji bo çi wêjeyê dixwînin ve girêdayî ye. Carinan ji bo têrbûna meraqa xwe, carinan ji bo hezeke ziman, carinan ji bo naskirina nivîskar yan jî civaka wî/wê, carinan jî ji bo agahiyên romantîk an jî jiyanên jirêze û nejirêze. Wêje her ji bo çi bê xwendin bila bê xwendin, em zanin teqez ji tiştekî re dibe û mirov piştî xwendinê giyanê xwe têr dike.

Em dikarin bibêjin bi xêra wêjeyê miletek xwe ava dike. Têkiliya wêjeyê û ziman gelekî xurt e.Wêje ziman bi pêş dixe û ziman wêjeyê diafirîne. Eco dibêje, ku Dante tunebûya dê Îtalya’yek xwedî yekîtiya ziman tunebûya. Çawa ku di wêjeya Îtalyanan de yekî wek Dante hebe di wêjeya Kurdî de jî yekî wek Ahmedê Xanî heye, ev herdu kes jî ji bo çand û hunera gelê xwe gelek tişt kirine û bi penûsa xwe yî xurt weke mertalekî; wêjeya xwe, zimanê xwe, çand û hunera xwe parastine.

“Wêje wexta ku teşe dide zimên, di heman demê de nasname û civakê ava dike. Berê min behsa Dante kir, le wexta ku Homeros tunebûya şaristaniya Yewnanî, wergera Luther ya Încîlê tunebûya nasnameya Almanî, bê Pûşkîn zimanê Rûsî, helbestên avakirinê tunebin rewşa şaristaniya Hîndî gelo wê çawa bibe, divê em bifikirin.” (Eco, 2019, r. 16)

Rita Felski di pirtûka xwe yî ‘Wêje Bi Kerî Çi Tê?’ de li ser pirsa ‘Wêje bi kerî çi tê?’ disekine. Û di derbarê vê pirsê de çar argumanan peşkeşî me dike: Nasîn, efsûnîbûn, agahî û şoq. “ Xwendin, mantiqeke nasînê dihewîne; tecrubeya estetikê di çaxek ku xwedêgiravî efsûna wê xera bûye de heman tiştan nîşan dide, ji bilî vê, wêje teşeyên agahiyê yên civakê diafirîne; ez dibêjim bi xêra metna ku em dixwînin em dikarin bawerî bi tecrûbeya wê yî şoqê bînin. “ (Felski, 2019, r. 25)

B.1-Nasîn: Em dikarin bibêjin ya herî ewil di xwendinê de xwendevan xwe nas dike. Xwendevan giyanê xwe, nerîna xwe; mirovên din, nerîna wan, civakên wekî din nas dike. ”Xwendevan giş di esnaya xwendinê de xwebûna xwe dixwînin. Pirtûka ku ji ber destê nivîskar derdikeve ji bo xwendevan dibe materyaleke optîk ku xwendevan bi tena serê xwe tiştê ku tu carî fêr nabe fêr dibe û ferq dike. Tiştê ku di pirtûkê de tê gotin wexta ku xwendevan di xwebûna xwe de ferq dike ev dibe peyitandina rastiya pirtûkê.” (Felski, 2019, r. 40) [2]

Bê guman xwendin perspektîfên cuda ji xwendevan re amade dike. Di gotûbêjekê de an jî di bûyerekê de nêrîna lehengan, sedem û encamên bûyeran, mirov daxilî dîtineke nû dike. Gelo xwendevanekî dûrî jiyaneke sosret, Charles Bukowskî bixwîne wê di derheqê jiyanê de hin doksayên xwe neşikîne? Wexta ku xwendevan di xwendinê de şablonên nû dibînin, xwe dixin van şablonan jî. Ev şablon bi xwendevanan ecêb tê û xwendevan dibêje erê, ez ne ev im. Ev yek jî alîkariyê bi xwenasînê dike û xwendevan xwe dibînin. Xwendevan ne tenê di derheqê dîrokê de, di derheqê ciya û hin bûyerên di demên derbasbûyî de jî agahiyan hildigirin. Erê, dibe ku ne agahiyên ampîrîk in, agahiyên romantîk in û bi kincên estetikê hatine hûnandin lêbelê hestiyê rastîyê be jî dibe ku xwendevan li hin rastiyan biterpilin. Mînak komkujiya Helepçê! Dibe ku xwendevan di hin romanan, fîlman yan jî di wêneyan de bixwînin û bibînin, bi nêrîna nivîskar û wênesaz bibînin lêbelê ev rastî û hebûna vê qetlîamê, wê hertim bi awayekî vekirî li holê be. Dê xwendevan têkeve lêgerîna vê komkujiyê û dê bibîne ev komkujî kengî, çawa, ji aliyê kê ve û bi çi awayî pêk hatiye?

Wêje him gerdûnî ye û him jî neteweyî ye. Gerdûnî ye ji ber ku em ne Rûsîne jî wexta ku em Gogol dixwînin em pir jê hez dikin. Neteweyî ye ji ber ku her wêje bi nivîskarên xwe, civaka xwe û dîroka xwe ava dibe. Ji ber ku ziman neteweyî ye; mekan neteweyî ye, dem neteweyî ye, bûyer neteweyî ye û nêrîn neteweyî ye. Ji ber vê yekê her wêje bi gelê xwe tê nasîn lewma em dibêjin wêjeya Kurd, wêjeya Tirk, wêjeya Rûs…

B.2-Efsûnîbûn: “Efsûnîbûn, weke mirov ji bilî heybereke estetîk nikaribe li ser tu tiştî bi awayekî cizbeyî hûr bibe, tê pênasekirin. Bi peyvên Stephan Greenblat, ‘pêşka balê wexta ku li dora xwe xelekeke ku ji xeynî heyberê her tiştê din li derve dihêle xêz bike, ji bo nêrînê em dikarin bibêjin efsûnîbûn wê demê pêk tê.’“ (Felski, 2019, r. 72) Wexta ku xwendevan li nivîseke efsûnî rast tê bal bi temamî dikeve ser riyekê, ew rê jî ji xeynî nivîsê ne tiştekî din e. Xwendevan dikeve bin bandora nivîsê, bi awayekî hîpnozî xwe tê de wenda dike. Di xwendinê de dem, bûyer, rewş giş tên jibîrkirin. Efsûnîbûn, di vê rewşê de li hemberî nivîsê bê çek û destgirêdayî mayîne. Weke ku hinek ji nişkê ve werin xwendevan bibin ciyekî ku temamê giyanê wî bikşîne hundirê xwe. Ji ber vê yekê efsûnîbûn wexta dest û lingên mirov girêdide û dixe bin bandora xwe mirov ji nêrîneke rexneyî jî dûr dixe. Efsûnîbûn, hiseke kevn e, hiseke arkaik e. Ji ber ku di warê bawerî, ol, xurafe û efsaneyan de ciyekî xurt girtiye. Tiştê ku em di bin efsûna wê de dimînin em wî tiştî tev nadin û nakolin. Efsûna olan jî vî tiştî dike. Em dikarin bibêjin hest an jî dil dikeve pêşiya akil û dibe aktrîsta sereke. Ji ber ku hezeke estetik amade ye û mirov nikare xwe jê dûr bixe. Wexta ku mirov helbestekê dixwîne û dikeve bîra hundirê xwe, an wexta ku li stranekê guhdarî dike di nav poşmaniyên xwe de digevize, an jî li hember tabloyekê hêvîyên nû şîn dike, yan jî di romanekê de ji bo pêşerojê rêyeke nû ji xwe re hildibijêre ev heza estetîkê derdikeve holê û giyanê mirov mest dike. Ji ber ku “Armanca mirov ya ku berê xwe dide berhemên hunerî, derketina derveyê hundirê xwe, pêdiviya ketina rewşeke cuda ya hişmendiyê ye. Serboriya efsûnîbûnê, ji wê yeka ku teoriya wêjeyê wê gengaz dike, dewlemendtir û pir alî ye; îleh ne mecbûr e ku bi mijeke nostaljîk ya romantik yan jî bi faşîzmeke di asteke destpêkirinê de girêdayî be. Wexta ku li eslê wê bê nerîn, efsûnîbûn di encamê de ji bo ku hêmanên bingehîn yê teorîya wêjeyê dîsa bê fikirîn weke zimanekî bi rendiman derdikeve hemberî me.” (Felski, 2019, r. 97)

B.3- Agahî: Li gor Platon wêje agahiyê nademe û ji ber vê yekê jî bê fêde ye. Platon dibêje tu fêda Homeros ne digihêje tu mirovî û ne jî digihêje dewletê. Ji ber vê yekê Platon, Homeros ne hewce û vala dibîne. Em dikarin bibêjin wêje ne mecbûr e tim agahiyan bide xwendevan. Wêje, ji giyanekî estetîk pêk tê, ev giyan jî hezê ava dike û hez jî giyanê mirov. Gelo ma hez bi tena serê xwe ne hewcedariyek e?

Weke ku Platon dibêje huner teqlîd e, Arîstoteles dibêje mîmesîs[3] e, Stendhal dibêje eynik e û Sartre jî dibêje li gor van nêrînan em dikarin bibêjin huner herî kêm jiyana rasteqîn rê dide. Wexta ku huner jiyana rasteqîn rê bide ne gengaz e jiyanên fantastîk jî ava neke û ne gengaz e ew jiyanên fantastîk bi jiyana rasteqîn ve ne girêdayî bin. Ji ber ku fantastîk jî ji destê pênûseke rasteqîn derdikeve. Wexta ku vê yekê dike di derbarê hin zanistan, ji xwendevan re bi awayekî estetîk, bi zimanêkî wêjeyî agahiyan dide. “Berhemên Wharton bi fikrên zanista Antropolojiyê ya ku hîn nû pêş dikeve û bi çanda nêrîna vê zanistê tije ye.” (Felski, 2019, r. 111) Di romana ‘Bîra Qederê’de Mehmed Uzun di derbarê jiyana Mîr Celaled Eli Bedîrxan de, di romanên xwe de Tess Gerretson di derbarê krîmînalê de, di romana ‘Tirîyên Xezebê’ de John Steinbeck di derbarê jiyana aboriya Emerîka di salên 1930’yî de, Bextiyar Elî di romana xwe ya bi navê ‘Qesra Balindeyên Xemgîn’ de rewşa Iraqê ya salên 1950’î de, di roman û çîrokên xwe de Yaşar Kemel di derbarê efsane, çand û destanên Mezopatamyayê de agahiyan didin xwendevan. Ji ber ku agahiyên wêjeyê bi zimanekî cuda û estetîk hatine hûnandin dibe ku xwendevan bixe şekê. Dibe ku ev agahî xelet jî bin lê belê ji ber ku armanca wêjeyê ji agahiyê zêdetir, wêje hestan xurt dike û dixe rêyekê, divê mirov van xeletîyan weke kêmasiyekê nebîne û wan pir bi qîmet bibîne. Ji ber ku wêje gelek caran dibe warê nêrînek siyasî û fikreke rexneyî. Lê mirov nikare wêjeyê ji agahiyan dûr bixe û van herdûyan ji hev qut bike.

B.4- Şoq: Matmayîbûn, ne jirêzêbûn, ne li bendebûn em dikarin bibêjin mirov şoq dike. Ew rewşa devjihevçûyî jixwe wêneyekî şoqbûnê ye. Wêjeya nûjen wêjeyeke şoqê ye. Li gor Trilling wisa ye. “ Wêjeya nûjen, warê pevçûn û dijûnê, bêpergalî û hilweşînê, êrîşeke tevahî û teqez li dijî bingehên çandê ye” (Felski, 2019, r. 134) Berhemên H.Kovan Baqî[4] li dijî çandê şoqê pêk tînin û ji bo fikrên Trilling dikarin bibin mînak. Şoq tecrubeyeke ne jirêzê û nedîtî rêyî xwendevan dide. Wexta ku em li ‘Bakkhalar’ a Eurîpîdes dinêrin ev tragedyaya Yewnanî ya navdar, em tê de ensestiyê, xwekuştinê, zînayê, kûjeriya dê û bav, zordestiyê, tundîtiyê, gewdeyên perçekirî, organên belavbûyî dibînin. Dîmeneke wisa hîn jî dikare mirov têxe şoqê. Digel ku civaka vê sedsalê ku tu tiştên sosret nedîtiye, nemaye jî.

Şoqek hevşib di derbarê perçekirina gewdeyên mirovan de di destpêka filmê ‘Ghost Shîp’ de jî heye. Bi gelemperî di filmên Quentîn Tarantîno de jî şoqen wisa hene. Rêzefilmê ‘Frînç’ çawa mirova dixe şoqê, di romana ‘Yûsifê Kûyûcakî’[5] de Yûsif dikeve şoqek çawa, di çîroka ‘Makîneya Gadanê’[6] de şoqek çawa pêk tê, romana ‘Rojnivîska Sexê Ya Jinikek Ê’[7] kîjan temenan dixe şoqê û jiyana Îrîs Galey bi xwe ji bo çi mirov şoq dike? Ev pirs giş me dibin pênasa şoqê û di derbarê şoq çawa, ji bo çi, bi çi awayi pêk tê de agahîyan dide mirov. Rita Felski dibêje: “Ev berteka ku em didin yan jî şoqbûna me ne ji bo tirsekê yan jî tendûrîstiya laşê me ye, ev bi piranî bi tahkîra exlaqê me û bi hisgirîya estetika me ye.” Wexta ku xwendevan rahêje pirtûka Irîs Galey ya ‘Tecawizkerên Giyan: Koçî Yenî Zelanda Yê’[8] û li kapaxa pirtûkê yî paş binerin wê di newala şoqeke exlaqî de werbibin. Wisa dinivîse: “Irîs Galey di neh saliya xwe de ji aliyê bave xwe ve ji bo seksuelê bi awayekî nebaş hatiye bikaranîn…”

C-Huner û Teorî

C.1-Teorî: Di pirtûka xwe yî “Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern” de Remezan Alan di beşa “Milkê Teoriyê” de li ser pênaseya teoriyê û peywirên wê disekine. Piştî li ser wateya ferhengê ya teoriyê disekine û di derbarê vê pênaseyê de, bin teoriyê dikole û dibêje “Teorî wiha jî dikare were pênasekirin: Çalakiyeke ku di derbarê warekî de –felsefe, aborî, huner, psîkolojî, antropolojî- xizmeta raweyekê dike. Ev yek, teoriyê dike nêrîneke xweser a xwedî hipotez. Heta ev, wê dike nêrîneke ji xwe zêdetir! Bi gotineke din, teorî di derbarê warekî de be jî, dikare çend warên din rave bike. Nexwe teorî her çend derbarê warekî de be – mesela psîkanalîzm- seba ku xwediyê fikr û rameneke berfireh e, tesîra wê derbasî warên din jî dibe -mesela daxwazên cinsî, zayend, ensest- û dikare wan jî rave û şîrove bike.” (Alan, 2019, r. 141)

Di jiyana lîtaretûrê de gelek teorî hatine avakirin, gelek hatine jibîrkirin û jiyana xwe berdewam nekirine, gelek jê jî xwe berfireh û xurt kirine û bi gavên saxlem li rêya xwe meşiyane. Teorî ji kîjan taybetîyan pêk tê yan jî ji bo em bibêjin ev teorî tê pêjirandin kîjan şert û merc hewce ne? “Ji bo ku teorîyek bê qebûlkirin em dikarin hin şertan kêm-zêde wisa rêz bikin: Şerta ewil divê çavdêriyê bike û dubareyan tespît bike. Paşî ev çavdêrî tên vegotin û dabeşkirin. Ji bo dabeşkirinê yek bi yek divê hevpariya çavdêriyê bê dîtin û bê derxistin. Di vê qonaxê de hin qaîde derdikevin holê. Teorî, tevahiya van qaîdeyên ku hatine dîtin e. Encax ji bo ku ev teorî hevgirtî be divê di nava wan de nakokî çênebe. Ev jî têrê nake, ji bo ku ev teorî derbasdar bê hesibandin şert e ku bê şopandin jî. Şopandin tê vê wateyê: yekî din di heman beşê de, bi heman metodê çavdêrîyê bike divê bigihîje heman encamê. Taybetiya teoriyê yeke din jî divê bi awayekî gîştî be. Şîroveyên yekjimar teorî nayên hesibandin.” (Erkman-Akersan, 2019, r. 22)

C.2-Huner: Zarok wexta ku dixwazin fêrî tiştekî bibin mînak weke fêrbûna ziman, ewil bi teqlîdê dest pê dikin. Teqlîd şêwazeke ewil û sereke ye. Zarok wexta ku tên temenê salekê, ji bo ziman dest bi teqlîdê dikin û ji bo ku weke dê û bavên xwe biştexilin wan teqlîd dikin, wan dişopînin. Temamê mirovan teqlîdê bi kar tînin û xwesteka psîkolojîk ya li pey wê jî mirov dixwaze ji teqlîdê derkeve û xwe ava bike. Em dikarin bibêjin ev tişt ne ji bo ziman tenê derbasdar e di heman demê de ji bo bicîbûna civakê, ji bo fêrbûna nivîsê, ji bo fêrbûna ajotina wesayîtan, ji bo fêrbûna emeliyatekê, ji bo fêrbûna hunerê; mînak wênesazî û gelek tiştên din jî derbasdar e. Ev mînak giş bi teqlîdê dest pê dikin û hin ji wan teqlîdê derbas dikin, an dibin teqlîdeke profesyonel an jî dibin tiştekî orîjînal. Ma em nikarin bibêjin Picasso bi teqlîdê dest bi wênesaziyê kirîye û piştre xwe dîtiye yan jî teqlîda xwe xistiye asteke profesyonel. Ma em nikarin bibêjin tabloyek notirmord teqlîd e, teqlîda xwezayê. Wexta ku em li wêneyên şikeftan dinêrin ma em teqlîdê nabînin. Yan jî li çirokekê, li romanekê, li stranekê… (Ku stranên Kurda eynika çanda wan, eynika jiyana wan, eynika dîroka wan û serpêhatiyên wan e.) Belê em di her derê de teqlîdê dibînin û teqlîd ji bo pêşketina mirovan yan jî gerdûnê merhaleya yekemîne.

Berna Moran di pirtûka xwe ya bi navê ‘Teorîyên Wêjeyê û Rexne’[9] de di derheqê hunerê de wisa dibêje: “Bersiva ewil ya ku ji bo ‘huner çi ye?’ hatiye dayîn ( qet nebe li Rojavayê) di meyleke ku hunerê weke şewqdanê, şibandin yan jî teqlîdê dibîne de ye. Tiştê ku em di berhemên hunerî de dibînin xweza ye, mirov e, jiyan e û hunermend di berhemên xwe de van tiştan datînin hemberî me; weke ku eynikekê li gerdûnê bigre.” (Moran, 2018, r. 17) Belê weke mînakên ku me li jor dan em dikarin bibêjin kêm zêde hunerê, bi teqlîdê dest pê kiriye. Platon serê xwe bi vê pirsa ‘huner çiye’ êşandiye û li hin bersivan geriyaye. Wexta ku di pirtûka xwe ya ‘Dewlet’[10] ê de bi Glaukan re dikeve gotûbêjê li bersiva vê pirsê digere û hin bersivan pêşkeş dike. ”Tu dixwazî eynikekê têxe destê xwe û bide hawîrdora xwe. Di derbekê de te rojê çêkir û tu çû, stêrkan, gerdûnê, xwe, alavên malê giş, nebatan, hebûnên zindî giş.” (Platon, 2020, r. 337) Bi vê gotinê Platon dibêje: “Tiştê ku wênesaz dike, eynikekê li gerdûnê digre. Afirîner dara erzê çêkiriye û xerat xebatkarê dara erzê ye. Yan jî li dara erzê ya esil ya xwezayî dinêre û dareke erzê çêdike. Dareke ku dişibe ya rasteqîn. Pekî wênesaz dibe çi? Wênesaz dibe jiberker heta şibandineke ku sê caran ji eslê xwe dûrketî. Ê ku vê şibandina dûr çêdike jê re em dikarin bibêjin jiberker. Tiştê ku helbestvan dike jî ne cuda ye. Nivîskarê tragedyayê jî heman tiştî dike.”

Em dikarin bibêjin ji Platon û heta niha ev teoriya ku ‘Huner Şewqdanek e’ didome, xwe fireh dike, pir dike û pêş dikeve. Di gelek sedsalan de huner weke eynikê hatiye dîtin û gelek wêjevanên mezin, teorîsyenên mezin, hunerê weke şewqdana gerdûnê pênase kirine. Mînak em dikarin bibêjin Sokrates, Plehanov, Cucas de Heere, Dr. Johnson, Stendal û h.w.d. Berna Moran dibêje, huner şewqa xweza, mirov û jiyanê ye; bi kurtasî şewqa heqîqetê ye. Lêbelê kîjan rastî, rastîyeke çawa û rastî çiye? Berna Moran dibêje wexta ku em di derbarê van pirsan de difikirin sê nêrîn derdikevin peşîya me: “ Ya yekemin, fikra ku huner tiştê tê dîtin, weke xwe nîşan dide. Ya duyemin huner tevahiyê an jî pûxteyê nîşan dide. Welhasil ya dawî jî huner ya îdeal dide nîşandan. Lêbelê teoriyên şewqdanê yên ku derketine holê em bikin du serdem dê rast çebibe. Ji ber ku tiştê ku heta nîvê sedsala 18. hatine pêşkeşkirin em dikarin têxin ser heman rêyê û em dikarin weke şîroveyên Arîstoteles yên cûrbicûr bibînin. Ji sedsala 19. vir de jî teoriya şewqdanê di bin cil û bergên cuda de ye û rasterast ne ji Arîsteteles dizê.” (Moran, 2018, r. 19)

D.TEORİYA ŞEWQDANÊ I:

D.1-Huner şewqdana tiştê li ber çav e

Li gor Platon du gerdûn hene. Yek jê gerdûna haybera ye, ya din jî gerdûna îdeayan e. Mirov bi laşê xwe li gerdûna haybera ye û gerdûna haybera ji sîberekê pêk tê. Ya ku sîberê pek tîne jî roj e. Roj û şewq ku tune be sîber çênabe. Platon vê şibandinê bi alegoriya xwe yî şikeftê vedibêje. Di şikeftekê de hin mirov, ji zayîna xwe de girêdayîne û ev girêdan nahêle derdora xwe bibînin. Tenê pêşiya xwe dibînin û her ku mirov di pişt wan re derbas dibin bi tîrêjên rojê siya mirovan, ajalan û xwezayê li dîwarê hemberî wan çêdibe û siya mirov, ajal û xwezayê bi wan rasteqîn tê. Wexta ku rojekê yek ji wan xelas dibe û derdikeve derveyî şikeftê li xwezaya rasteqîn rast tê û fêhm dike ku ew tiştê di şikeftê didîtin ne rasteqînî ya esil e. Vedigere şikeftê ji hevalên xwe re dibêje lê hevalen wî jê bawer nakin.

Ev teorî dibêje huner, tiştê li xwezayê dibîne bêyî ku tiştekî lê zêde bike an jî kêm bike, çi xuya be wê rê dide. Em dikarin bibêjin ew şibandina eynikê bi temamî di vê teorîyê de tê bikaranîn. Ji ber ku wisa dike ev nêrîn xwezahez e jî. Û ev sirûştperestî dibêje hunermend jiyanê yan jî perçeyek ji jiyanê bê kêmasî neqil dike. Ango em dikarin bibêjin jibergirtineke rasteqîn e. Platon, dibêje hunermend weke eynikekê jiyanê rê dide. Û ev rêdan jî ne bi awayekî ji kêmasiyan hatiye bêparkirin û ne pûxteya wê ye. Tiştê xuya dibe çi be, ew e. Di efsaneya Pygmalîon’ê Kibrisî de tê gotin ku Pygmalîon bûye evîndarê peykerekî ku wî bi xwe çêkiriye. Ev evîndarî jî ji ber berrahiya peykerê wî yî pîrek e. Gaîus Plînîus Secûndûs qala pêşbirka du wênesazên Antîkîteyê dike. Pêşbirka Parrhasîûs û Zeûxîs. Ev pêşbirk di derbarê qabîliyeta wênesaziyê de ye. Lê xuya ye ku ev qabîliyet li ser rasteqîniyê tê pîvan. Dibêje Zeûxîs libên tirî hingî ku nêzî rastiyê çêkiriye çûkan hatiye ji bo ku wan liba bixwin niklên xwe li wêne xistine. Paşê diçin mala Parrhasîûs û Parrhasîûs ji Zeûxîs re dibêje ka wê perdeyê bide alî wêneyê min li paş wê ye. Zeûxîs diçe ku perdeyê bide alî lê dinere ku ev ne perdeye, wêne bi xwe ye. Him çivîk û him jî Zeûxîs tên xapandin. ” Weke ku em zanin di felsefeya Platon de rastiya esil ne ya bi hestan, ya bi hiş û mêjî tê têgihiştin, gerdûna îdeayan e. Tiştê em dibînin, ev gerdûna ku em bi pênc hestên xwe têdigîjin ya madî bi daran, behran, mirovan, ajalan û xênîyên xwe encax ji jibergirtinekê (ji mîmesisê) îbaret in. İdeayeke vana gişa heye û rastiya esil ew e. Di derheqê gerdûna hestan ya ku hertim tê guhertin, ya ku tim di nav guherînekê de ye em nikarin qala agahiyek zexm û teqez bikin. Agahiya herî rast agahiya îdeayên nayên guherandin e û ji ber vê yekê fîlozof encax gerdûna îdeayên ku bibe objeya aqil hildibijêre ji bo mijara xwe yî agahiyê. Ev gerdûna hestan ya ku ew bi xwe teqlîd e (şewqdan) yan jî mimesîs e qismekî wê tiştê ku afirîner çêkiriye (hêman, ajal, nebat, mirov h.w.d) Qismê din jî ji teref mirovan hatiye çêkirin. (avahi, alav, kerese, h.w.d.) Le tiştên ku dereceya wan î rasteqînîyê ji ya jibergirtinekê kêmtir jî hene. Di nav berhemên afirîner de tenê objeyên xwezayî tune ne, ji bilî wan şewqa wan jî heye: rûxarên bi birq(mînak di avê de) weke şewqa objeyan. Platon ji vana re Eîdola(îmaj, xuyank) dibêje.  Asta rasteqîniya Eîdolayan bi temamî kêm e. Gerdûna hestan ji ber ku jibergirtineke gerdûna îdeaya ye jixwe asteke ji rastiyê dûrketiye, Eîdola jî ji ber ku jibergirtina objeyên gerdûna hesta ye, jibergirtina jibergirtina îdeayan e.” (Moran, 2018, r. 21)

Huner teqlîd e lê belê ji çi re dibe? Platon di vê mijarê de pir zêde pragmatîst difikire û ji hunermendan re dibêje, afirîner jixwe dara erzê çêkiriye hûn çima qala wê dikin û weneyên wê çêdikin. Tiştê hûn dikin jibergirtina jibergirtinê ye. Ji ber vê yekê ji tiştekî re nabe. Di ser re jî exlaqê mirov xera dike û zerarê dide jiyanê. Li ser Ozan Homerosî dibêje “ Kîjan dewlet, guhêrka ku di pergala xwe de kiriye deyndarê te ye, weke ku deyndarê Lykurgos e? Kîjan dewlet te weke mirovekî baş yê zagonê dihesibîne û fêdeyek ji te dîtiye? Li Îtalyayê li Sîcîlyayê Kharmandos hebû, li cem me jî Solonî; te li kîjan dewletê zagon çêkir? Tu dikare dewleteke wisa rê me bide Homeros? –Ez yeqîn nakim, got Glaûkon; ên li pey Homeros diçin jî nikarin rê bidin. –Temam, di dema wî de şerek çebûye ku di bin serokatiya wî de yan jî bi şîreteke wî hatiye karkirin? –Na. –Temam, di xebatekê de hostetiya wî hatiye dîtin? Di derbarê pîşeyê de yan jî di qadên wekî din de dîtineke wî çebûye, weke Thalesê Mîletosî yan jî Anakharsîsê Îskîtan? – Ji bo wî tiştekî wisa nikare bê gotin. –Temam, tu fêda wî negihişt dewletê, gihişt viya û wiya gelo? Yek mirov kiriye zilam di emrê xwe de? Ji ber ku waneyên ji wî stendiye kesî ji wî hez kiriye? Ji mirovên li pey xwe re rêyeke Homerosî ya jiyînê rêdaye? Mînak Pythagoras ji ber vê yekê bûye taca seran, hînê jî rêyeke jiyînê ya Pythagorasî tê gotin, mirovên di vê rêyê de ne û ji yên din vediqetin hene.” (Platon, 2020, r. 599)

Tiştê ku helbestvanê tragedyayê dike jî ev e, şewqdana xwezayê ye. Tiştê ku ew jî dike teqlîd e û sê caran dûrî rastîyê ye. Ji ber vê yekê Platon dibêje hunermend mirovan dûrî rastîyê dixe. Çavên wan digire û nahêle rastîyê bibînin. Weke teqlîdvanan gişa. Em dikarin bibêjin vegotina Platon ya li ser hunerê li ser cudahiya wêjê û felsefeyê tê avakirin û bi gelemperî li ser fêda wan e û ji ber ku Platon fêdê girîng dibîne hunermendan her tim li erdê dixe û wan bêqîmet dibîne. Girîngiya Platon aqil, exlaq, rastî, îdea û felsefe ye. Em dikarin bibêjin li ber çavê Platon ev her pênc têgih di nerîna wî de hevwate ne. Û tiştê ku dûrî rastîyê, dûri exlaqê ye dûrî îdeayê, aqil û rastîyê ye jî. Em dikarin bibêjin di Platon de heza ku huner pêk tîne çênebûye. Ji ber ku li ser heza hunerê ku dide mirov nasekine.

D.2-Huner şewqa giştiyê yan jî ya pûxteyê ye

Şagirtê Platon Arîstoteles, di pirtûka xwe yî qedîm de, di hin niqteyan de li dijî fikrên Platon en ku di derbarê hin beşên huner û dîrokê de ne derdikeve. Arîstoteles jî weke Platon dibêje huner mîmesîs e ango teqlîd e lêbelê di mijara ku huner vê mîmesîsê çawa pêk tîne de cudahî derdikeve holê. Di derbarê teqlîdê de Arîstoteles dibêje ev teqlîd bi awayekî pûxteyê nîşan dide û ev pûxte jî afirandina afirîner ya gelemperî rê dide. Ango dibêje ev teqlîd ne teqlîdeke ku jiyana gerdûnê rasterast, weke ku xuya ye rê dide, tesadufîya, hûrgulîya davêje û ya gerdûnî rê dide. Huner bi vî awayî katharsîs ê ava dike û katharsîs jî, ji hela exlaqê feydeya bi dest dixe. Di derheqê hunermend û fêdeya wî yî ku dide xwendevan, Arîstoteles dibêje yek jê jî Katharsîs e. (pakbûn, valabûn, rihetbûn) “ Herwiha tragedya, teqlîda kiryareke esîl ya ku bûye û xelas bûye, di demek diyar de bela bûye ye û li gor beşên berhemê ku her yek cuda cuda bi zimanekî hînkirî hatiye çêjkirin tê bi kar anîn wexta ku vêya dike. Ev teqlîd ne bi rêya vebêjê, ji hêla mirovên ku di nav çalakiyan de ne tê çêkirin; bi riya şiyarkirina dilşewatî û tirsê jî ji vê cûre kelecanên Katharsîsê pêk tîne.” (Aristoteles, 2019, r. 29) Arîstoteles ji ber vê yekê tragedyayê li gor exlaqê bi fêde dibîne. Him ji hela derûniyê û him jî ji hela agahiyan.

ji bo Arîstoteles hûnandina bûyerê pir grîng e, ji ber ku bûyîn û gihaştina li gor hêmana bêsedemîyê rewşekê rê dide. ”Ferqeke din ya dîrokzan û ozan ne ku yek ji wan bi ristan yê din bi pexşan dinivîsîne. (Hûn dikarin berhema Heredot bi ristan jî binivîsînin; bi rist yan jî bê rist wê dîsa dîrok bimîne) ; ferqa di navbera wan de, yek ji wan tiştên ku berra jî bûne, ya din jî tiştê ku dikare bibe vedibêje. Ji ber vê yekê helbest, ji dîrokê betir nêzîkî felsefê ye û bi qîmettir e; çimkî helbest bi piranî gelemperîyê; dîrok jî taybetîyê tîne ziman.” (Aristoteles, 2019, r. 37) Di vê nêrîna Arîstoteles de em cudahiya nerîna wî û Platonî ku di derheqê hunermend û dîrokzan de jî dibînin. Platon dibêje hunermend bêqîmet in, Arîstoteles dibêje hunermend ji dîrokzanan biqîmettir in.

D.3-Huner şewqdana ya îdeal e

Huner şewqdana ya îdeal e, fikra Arîstoteles e. Ev fikir dibêje huner teqlîd e lêbelê teqlîda ku Arîstoteles di vir de dibêje peywira helbestvan ne tiştê ku berra bûne, tiştê ku dibe ku bibe rê bide. Ango Arîstoteles dibêje heyber çawa bin helbestvan divê wan wisa bişayesîne. Em ji vê nêrînê jî derdixin ku sêveke kurmî bê kurmîbûna wê, darek şaxên wê şikestî bê şikestinên wê divê bê rêdan. Ji ber ku peywira hunerê zewk e, tiştên ne xweşik, bêteşe, pîs û li xweşa mirov nare divê neyên dîtin. Ya rast ewe ku berê xwe bide tiştê xweşik. Hunermend kêmasiyên îdeayan dibîne, wan kemasîyan temam dike û wan teqlîd dike. Em ji vê yekê re jî dibêjin xwezaya sererastkirî, ango xwezaya idealkirî. Ev vegotin digihêje Arîstoteles. Ji ber ku Arîstoteles gotibû peywira helbestvan ne tiştê ku berra jî bûye tiştê ku wê bibe, bîne ziman e. Ev xwestek, ji hunermend re dibêje gerdûneke bêkêmasî, yeke xeyalkirî biafirîne. Ê wexta ku wisa be eleqeya berhema xeyalî ya îdeal û rastiyê bi hevre çi ye? Bersiva vê yekê Platînos dide û dibêje hunermend ne weke ku Platon dizane şewqdana jibergirtina formên îdeayan dike, rasterast şewqa forma bi xwe dike û ji ber vê yekê ye ku me tîne dijî rasteqînî yê. “ Ji ber ku teqlîda objeyên xwezayê dide em nikarin huneriya har bibînin; divê em jibîr nekin ku huner objeyên tên dîtin jibergirtin nake; raste rast digihêje formên (îdeayên) ku xweza bi xwe jibergirtin dike, kêmasiyên xwezayê temam dike. Wexta ku Fîdos heykelê Zeûs çêdikir modeleke ji gerdûna hestan bikar neanî, feqet Zeûs wexta ku bixwesta bê dîtin wê formeke çawa bistendaya li wê fikirî û vêya têgihişt.” (Moran, 2018, r. 35) [11] Em dikarin ji van kesên wisa difikirin re jî bibêjin îdealker. Nakokiya idealkeran û Arîstoteles jî ev bû. Li gor wan ji bo ku mirov bigihêje rasteqînî yê divê idealîze bikin ango di xeyal û texayûla xwe de divê hunermend kêmasiya derbas bike û heybera ku em li vê dinyê nabînin şewq bike û bigihêje jiyana heyberên îdeayan. Ango ne weke ku tê dîtin weke ku wê çawa bin wisa.

E. TEORÎYA ŞEWQDANÊ II

Teorîya Şewqdanê, Estetîka Marksîst, Realîzm, Natûralîzm, Rasteqînî ya Civakî ev giş malbatek in, ango em dikarin bibêjin mîmesîs di her çaxê de bi materyalên cuda xwe fireh kiriye û xwe rê daye. Di sedsala 19- 20. de Teorîya Şewqdanê bi materyalên Estetika Marksîst xwe rê dide. Estetika Marksîst jî bi teorîya Realîzmê ve tê girêdan û Realîzm, Natûralîzmê diwelidîne û ji vê jî rasteqînî ya civakî derdikeve. Jixwe berê me gotibû Stendhal(1783-1842) gotiye ku “Roman eynikeke ku di rê de tê gerandin e.” Teorîya Realîzmê ne tenê bi nêrîna Stendhal, bi nêrîna Balzac, Dîckens, Zola, Flaûbert, Maupassant xurt dibe û şewq dide. Beriya Realîzmê Romantîzm (Piştî serdema Neo-Klasîkê şoreşa Frenseyî nêveng jê re hazir kir.) dest pê dike û didome tê heta nava sedsala 19. ku Realîzm li dijî wê derdikeve. Romantîzm di salên 1800-1850’ î de bandor li gelek beşan dike. Teoriya Romantîzmê jî li dijî Klasîzmê (Teorîya ku rih û rehên xwe ji Yewnana Antîk û hunera Romayê sitendîye.) derdikeve. Klasîzm di warê wêjeyê de di sedsala 17. de li Franseyê xuya dibe.

Rasteqînî ya Civakî ji ber fikrên Marks, Engels û Plehanov derdikeve. Bi fikrên xwe çarçova Estetîka Marksîst xêz dikin û Plehanov jî ya ku dawî bi nave Rasteqînî ya Civakê bê gotin Teorîya Civakî pêş dixe.

Avahiya aborî ya binî û avahiya jor ya îdeolojîk

“Avahiya aborî ya binî weke, xebatkar, mamûr, cotkar, têkîliyên hilberanê gişa yên hêzên li dijî gihanekeke perisîn dide, di hundirê xwe de dihewîne. Bi hêlkê warê hilberanê ye. Avahiya jor jî bi têgih û nerînên zanistî, hiqûqî, polîtîk, felsefî, hunerî, exlaqî û sazîyên(partî, zanîngeh, artêş, parlemento, sendika h.w.d.) li hemberî vana disekine, gişa dorpêç dike.” (Kolcu, 2019, r. 50) Ev herdû avahî bi hevre dikevin tekîliyê û ji hêla bandora estetîkê de alî hev dikin. Lêbelê zêde girîngiyê didin avahiya binî ya aboriyê. Ji ber ku dibêjin ecibandin û hilbijartinên estetîk yên mirov avahiya binî ya aborî diyar dike. Em dikarin bibêjin ji ber vê yekê bingeha îdeolojiya xwe weke çîna proleter dibînin. Ji ber ku avahiya jor hewcedarî avahiya binî ya aborî ye. Ew bingeh e û heger ku bikeve wê avahiya jor bê wate bimîne. Ji bo ku em avahiya jor ya civakê û pêşketinên ku li vir derdikevin holê fêhm bikin divê em avahîya binî fêhm bikin. Ji ber ku daringperestîya dîrokî dibêje aboriya civakê, tekîliyan di navbera avahîyên wê de pêk tîne û avahîya binî nêrînên avahîyên jor nîşan dike. Ji ber vê yekê madem huner perçeyeke avahîya jor e, wê ew jî xizmetê ji avahîya jor re bike. Herwiha avahîya binî, avahîya jor û fikrên wê, îdeolojiya wê nîşan dike û huner jî wê şewqa vê nerînê û vê îdeolojiyê bide. Yan jî dide. Herwiha huner û wêje îdeolojîyeke ku fikrên çînan tîne ziman e. Engels dibêje çawa ku ev herdû avahî bi hevre di têkîliyê de ne û avahiya jor pişta xwe dide avahîya jêr, sazîyên avahîya jor jî di nava hev de bandorê li hev dikin û dikevin tekîliyê. Ji hêla aborîyê de pêşketina civakê û têkîliyên çînan, bandorê li hunerê dike. Mînak weke ku civakên rojhilat ‘Wêjeya Qesrê’ ava kirin, em dikarin bidin. Û jixwe ew wêjeya qesrê ji ber tekîliya avahîyên jêr-jor derketibû. Di wêjeya Kurdî de jî nexasim ya klasîk de bandora mîrektiyan gelekî mezin e di pêşketina Wêjeya Klasîk ya Kurdî de.

Rasteqînî ya Civakî

Rasteqînî ya Civakî di sala 1930’de li Rûsyayê nêrîna hunera dewletê ya fermî tê dîtin. Ev ji ber fikra Stalîn, ya ku hewcetî dît têgeha hunerê têxe bin zevta xwe. Hêmanên Rasteqînî ya Civakî yên sereke di sala 1934’an de di civaka kongreya yekemîn ya yekîtîya nivîsarên Sovyetê de hatin peyitandin. Axaftina ewil zilamê Stalîn Jdanov kir û nivîskar û ramankerên weke: M.Gorkî, N.L.Buharîn, Karl Radek şitexilîn. Tenê li ser hêmanên wê nesekinîn; li ser ‘divê hunermendên li Sovyetê têgihînek çawa bipejirînin, Rasteqînî ya Civakî divê tiştekî çawa be?’ jî sekinîn.

Li gor Rasteqînî ya Civakî jî huner şewqdan e. Huner şewqdana rasteqînî ya civakê ye. Lê ne rasteqînî ya civaka niha tenê, divê ya pêşerojê jî nîşan bide. Ango dibêje saziyên civakê û qîmetên civakê wê di ber şoreşekê de ilim herin û Rasteqînî ya Civakî ji hêlkê de divê him vê yekê bîne ziman û him ji tiştên ku wê ji nû de ava bibin rê bide. Li gor peyvên Radekî yên kongreyê em dibêjin “Rasteqînî, ne tenê şewqdana kapîtalîzma ku hilweşiyayî ye; di heman demê de şewqdana zayîneke, çîneke ku civakeke nû û çandeke nû biafirîne ye. Rasteqînî ya Civakî, zanîna rasteqînî ya aniha û zanîna ku bi ku de dihere ye. Berhema Rasteqînî ya Civakî, tiştê nivîskar di jiyanê de dibîne û nakokîyên di berhema xwe de şewq dide zane wê bigihêje ku.” (Moran, 2018, r. 54) [12]

Li gor nêrîna Gyorgy Lukacs ya Estetîka Marksîst

Weke ku em dizanin Gyorgy Lukacs fikirmendekî Macar e û teorîsyenekî girîng yê estetîka Marksîstan e. Lukacs dibêje huner şewqdan e û azîneyên şewqdanê dibin du beş: Rasteqînî û siruştparêzî. Li gor Lukacs Rasteqînî ya Civakî şewqdana rasteqînî ya civakê ye lê belê siruştparêzî vî tiştî nake. Ji bo çi siruştparêzî vî tiştî nake yan jî nikare bike? “Siruştparêzî jî weke rasteqînî yê dixwaze ku rasteqînî ya civakî bi wî awayî rê bide. Encax siruştparêzî, wê di nav hûrgilîyan de wenda bibe ji ber ku nikare diyarkeriya rasteqînî yê û ne diyarkeriya wê ji nav hev derxe. (Kolcu, 2019, r. 69) [13]

1- Rasteqînî

Îskeleteke her serdemê heye û divê nivîskar ji bo ku xwendevan wê serdemê û giyanê wê dîrokê fêhm bike divê bi alîkariya tîpan, lehengan, bûyer û rewşan bi awayekî zelal rê bide ku şewqa rasteqînî ya komalî rê bide. Lukacs zêde serê xwe li ser têgiha “tîp”ê diêşîne. Bi ya wî “tîp”ek tenê dikare bibe wêneyeke serdemekê. Ango lehengekî, tîpekî, bûyerekê û rewşeke ku wê serdemê niman bike; wê serdemê, wê dîrokê yan jî îskeletê wan bîne ber çav. Oblomov[14] mînakek e civaka Rûsyaya berîya şoreşê ye. Di nerîna Oblomov de em wê civakê bêtir fêhm dikin.

 2- Siruştparêzî

Çawa me di rasteqînî yê de got îskeletê dewrê divê nivîskar fehm bike di siruştparêzîyê de jî, siruştparêz divê nivîskar ne îskelet tenê, goştê wî, pûrta wî û heta xetên li ser çavên wî jî rê bide. Şayesandineke bêkêmasî dikeve dewrê, ev jî ji şuxlê wênesaziyê bêtir nêzîkî şuxlê wênekêşiyê dibe. “Bi vê metodê rasteqînî ya rûxal, xuyanek eynen dibe ku bê veguhêztin belkî lêbelê ya tîpîk nayê vegotin. Ne tekîlîyên mirov û civakê û ne jî ya mirov û xwezayê pêwendiyek wan î bi wate bi dîrokê ve namîne. Jixwe tu nivîskar jiyanê yan jî perçeyeke ku ji wê neqandiye nikare bi hûrgilîyên wê gişa vebêje. Em bixwazin saetek tenê ji jiyana mirovekî bi hûrgilî vebêjin dibe ku bergan bigre.” (Moran, 2018, r. 58) Him rasteqînî ya civakî him jî rasteqînî ya rexneyî ya Lukacs zêde ji hev ne cuda ne. Herdû jî şewqdana rasteqînî ya civakî ne. Rasteqînî ya civakî encax li civakek sosyalîst dikare bê bikaranîn lê rasteqînî ya rexneyî hem li civakeke ne sosyalist hem jî li civakeke sosyalîst dibe ku bê bikaranîn.

Lehengên erênî, lehengên neyînî û Lukacs

Romana Îvan Gonçarov, Oblomov di sala 1859’an de hat weşandin. Lehengê vê romanê weke hûn jî zanin Oblomov e û Oblomov sergewerekî Rûsî ye. Di serê jiyana xwe de jî civanekî îdealîst e. Lê ji ber şert û mercên siyasî û civakî Oblomov dikeve hundirê xwe û heger ku çiqas ji bo jiyana xwe projeyan bifikire jî ji ber tiraliya xwe wan nikare bibe serî. Di nêrîna Jdanov de Oblomov lehengekî neyînî ye. Jdanov, dixwaze wêjeya Sowyetê ji teref lehengên erênî bê xwedîkirin. Ji ber ku ev lehengên neyînî tiştekî nadin civakê û pêşerojê, lêbelê divê bi saya lehengên erênî pêşeroja dewletê bê avakirin. “Tiştê ku ji lehengê erênî tê xwestin kêm zêde ev in: weke nûnerekî bêkêmasî yê endamê polîtîk di xwendevan de rêzdarîyê şiyar bike, bibe ku xwendevan bi xwezîyê, xwe bişibîne wî; pêwendîyekê di nava îro û pêşerojê de çêbike û rê bide ku sosyalîzm wê biser bikeve.” (Moran, 2018, r. 61) [15] Di romanan de ev leheng dibe serokek ji bo civakê. Di warê pêşketinê de; pêşketina civakê, perwerdahiya civakê û di gelek beşên din de bi her awayê xwe ji civakê re bibe fanosek ku rêya wê ronî bike.

Çavakani:

Alan, R. (2019). Destpêk Ji Bo Zanista Edebiyata Modern. Stenbol: Weşanên Peywend.

Aristoteles. (2019). Poetika:Şiir Sanatı Üstüne. Çev. Samih Rifat,  İstanbul: Can Yayınları.

Eagleton, T. (2018). Edebiyat Kuramı Giriş. Çev. Tuncay Birkan, İstanbul: Ayrıntı Yayınları.

Eco, U. (2019). Edebiyata Dair. Çev. Betül Parlak,  İstanbul: Can Yayınları.

Erkman-Akersan, F. (2019). Edebiyat ve Kuramlar. İstanbul: İthaki Yayınları.

Felski, R. (2019). Edebiyat Ne İşe Yarar? Çev. Emine Ayhan,  İstanbul: Metis Yayınları.

Kolcu, A. İ. (2019). Edebiyat Kuramları:Tanım,Tenkid,Tahlil. Konya: Salkımsöğüt Yayınları.

Moran, B. (2018). Edebiyat Kuramları ve Eleştiri. İstanbul: İletişim Yayınları.

Platon. (2020). Devlet. Çev. Sabahattin Eyüboğlu-M.Ali Cimcoz, İstanbul: İş Bankası Yayınları.

 

11.04.2020

gunerm201@gmail.com

 

 



[1] Erebê Şemo,  Şivanê Kurmanca

[2] Marcel Proust, Remembrance of the Things Past(New York: Random House, 1981), 3, s. 949 (Türkçesi: Kayıp Zamanın İzinde, çev. Roza Hakmen, İstanbul: YKY, 2010). Nql. Felski, r. 40.

[3] Mîmesîs: Li gor Arîstoteles di wêjeyê de teqlîda xweza û mirov e.

[4] Binêrin: H.Kovan Baqî : Bêexlaq, Sîbera Zeyno.

[5] Sabahattin Ali : Kuyucaklı Yusuf.

[6] Charles Bukowski : Sevimli Bir Aşk Hikayesi.

[7] Valerie Tasso : Bir Kadının Sex Günlüğü.

[8] Iris Galey : Ruh tecavüzcüleri: Yeni Zelanda'ya Göç

[9] Berna Moran : Edebîyat Kuramları ve Eleştri.

[10] Platon : Devlet.

[11] Platînos, Ennead’lar, v.vııı.ı. Nql. Moran, r. 35.

[12] Problems of Soviet Literature: Reports and Speeches at the First Soviet Writers Congres, Der. : H. G. Scott- Martin Lawrence, 1935. Nql. Moran, r. 54.

[13] Sanat ve Estetik kuramları, s.254.  Nql. Kolcu, r. 69.

[14] Lehengê romana ‘Oblomov’ ya İvan Gonçarov e.

[15]  Jr.W. Rufus Mathewson, The Positive Hero in Russian Literature Columbia University Press, 1958. s.290. Nql. Moran, r. 61.

 

Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîsê... 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Roşna ra 5 kitabê newey veciyay

ad

FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin

ad

Walî Hewlêrî şî serdaney Hemşaredaranê Amedî

ad

'Efsaneya Yaşar Kemal' îşev li ser Youtube ye

ad

Şaredariya Peyasê “Meclîsa Ziman” damezrand

ad

Asayîşa Rojava: Li Rebîa tenê YPG heye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname