Amed
Şaredariya Peyasa Amedê bi armanca parastin, geşkirin û fermîkirina zimanê kurdî “Meclisa Ziman” ava kir. Meclisa ku ji hemû yekîneyên şaredariyê û nûnerên saziyên zimên pêk tê, îro bi dirûşma “Sînorê zimanê me, sînorê cîhana me ye” bi daxuyaniyeke çapemeniyê hebûna xwe ragihand.
Daxuyanî li avahiya şaredariyê hate dayîn. Di merasîmê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, nûnerên DEM Partiyê yên navçeyê, rêveber û endamên Med-Der, Komeleya Wêjekarên Kurd, Pena Kurd, gelek nivîskar, zimanzan, endamên meclisa şaredariyê û welatî amade bûn.
“Şoreşa herî mezin di qada ziman de tê kirin”
Axaftina destpêkê ji aliyê Cîgirê Hevşaredar û Endamê Meclisa Ziman Yilmaz Güneş ve hate kirin û mêvan hatin pêşwazîkirin. Paşê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar axivî û got: "Salek û nîvek me li pey xwe hişt. Berî pêvajoya çareseriyê dest pê bike, me sozek dabû ji bo zimanê kurdî, bi taybetî ji bo jinan. Em baş dizanin ku li ser zimanê kurdî keda herî mezin hatiye kirin û bi saya van xebatan destkeftiyên giranbuha hatine bidestxistin. Wekî şaredariyê me jî girîngiyeke mezin da xebatên ziman û ev yek kir armanca xwe ya sereke. Bi sedan salan e li dijî zimanê me polîtîkayên înkar û tunekirinê têne meşandin. Em dibêjin şoreşa herî mezin di qada ziman de tê kirin. Avakirina Meclisa Ziman ji bo me wekî sozeke pîroz e û em ê li wê sozê xwedî derkevin.”
“Ziman paşeroja me ye”
Hevşaredar Cengîz Dundar jî bi zazakî dest bi axaftina xwe kir û spasiya sazî û kesên amade kir. Dundar wiha berdewam kir û got: "Pirsgirêka ziman ne tenê ya saziyekê ye ku bi tenê were çareserkirin. Divê li kolanan, li malan, li her qadê were çareserkirin. Avakirina vê meclisê gaveke giranbiha ye. Ziman paşeroja me ye. Parastina zimanê me, parastina paşeroja me ye. Parastina gelê me ya îro û ya sibê, di heman demê de parastin û berfirehkirina destkeftiyên heyî ye. Ev jî bi qebûlkirina ziman di hemû qadên jiyanê de û bi xebat û fermîbûna ziman pêk tê.”
Piştî axaftinan, daxuyaniya fermî ya Meclisa Ziman bi kurmancî û zazakî ji aliyê endamekî meclisê ve hate xwendin.
Bi vê gavê, Şaredariya Peyasê careke din soza xwe ya ji bo zimanê kurdî û hemû zaravayên zimên teqez kir û ragihand ku wê di serdema nû de xebatên ziman bi awayekî sîstematîk û berfireh bidomîne.
Va ne bi kurmancî û zazakî daxuyaniya Meclisê:
Bi Kurmancî:
“JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di çarçoveya hişmendiya şarevaniya xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinan a rêveberiyên xwecihî de, Şaredariya Peyasê jî dê di hemû kar û xebatên xwe de li gor taybetiya navçeya xwe û şêniyên vê navçeyê xizmetên xwe bi awayekî pirzimanî pêşkêş bike.
Ji bo pêkhatina vê armancê jî, divê çand û zimanên gelên xwecih ên di nava sînorên Şaredariyê de bên destnîşankirin, parastin û pêşvebirin; ji bo xebatên mîrateya çandî piştgirî bê dayîn; bi heman zimanan kûrsên xwendin û nivîsandinê bên lidarxistin û proje bên sazkirin. Her wiha avaniya çandî û zimanî ya qada xizmetê ya Şaredariyê bê parastin; mafên welatiyan ên zimanî li ber çavan bên girtin, ku ev maf ji bo mirovan mafên bingehîn in û di hemû peymanên navneteweyî û danezanên mafên mirovan de jî cih girtine û ji bo jiyana mirovan a asayî bivênevê ne. Ji bo ku ev maf bên parastin an jî bi awayekî hêsan bên bikaranîn, pêdivî bi xebatên curbicur ên têkildarî ziman, zarava û devokên xwecihî çêdibe.
Ji ber van sedeman, ji bo ku xizmetên Şaredariyê yên civakî, çandî û kargêriyê bigihîjin derdoreke firehtir û şêniyên navçeyê bikaribin bi awayekî pirzimanî xwe bigihînin derfetên şarevaniyê, mafên xwe yên şarevaniyê bi kar bînin pêdivî bi navendekê û sazîbûyînekê çêbû.
Ev sazîbûyîn dê bike ku potansiyela çandî û zimanî ya Şaredariyê baştir derkeve holê, ji bo pêşkêşkirina xizmetên pirzimanî di nava yekeyên şaredariyê de têkilî û hevahengî pêk bê û sûd ji xebatên hev bê wergirtin jî dîsa pêdivî pê heye.
Heman sazî hem dê bi pêşniyazên xwe piştgiriyê bide pêvajoya diyarkirina polîtîkayan û amadekirina bernameyên têkildar hem jî dê bi awayekî çalak beşdarî pêkanîna wan polîtîka û bernameyan bibe.
Bi vê armancê dê ev sazî bernameyên perwerdehiyê li dar bixe, piştgiriyê bide lihevkirina pirçandî û pirzimanî. Bi heman awayî, ji bo ku xebatkarên Şaredariyê bikaribin xizmetên pirzimanî pêşkêş bikin jî dê kûrs û kargeh bên lidarxistin. Heman sazî dê bike ku bi sazî û dezgehên ku di heman qadê de dixebitin re têkilî bên danîn, hevkarî bên kirin û ji xebatên zanistî yên zimanî û çandî yên ku di vê qadê de hatine kirin sûd bê wergirtin.
Ji ber sedem û pêdiviyên ku li jorê hatin diyarkirin, me Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê saz kir. Wek kesên ku di vê pêkhateyê de cih digirin, daxwaza me ew e ku li gor van pêdiviyan derfetên xebatê bên çêkirin, rê li van xebatan bê vekirin û ji bo pêkanîna van armancan hewl bê dayîn.”
Bi zazakî:
ÇAPEMENÎ Û RAYA PÊROYÎ RÊ
Bi çarçeweya prensîbanê îdareyê heremî; xopawitiş, demoktratîk û pawitişê azadîya cenîyan reyde, Şaredarîya Peyasî pêro kar û xebatanê xo de goreyê taybetîya qeza û şarê na qeza rê xizmetê xo bi hawayêkî zafziwanî wazena bîyaro ca.
Seba ke no armanc bêro caardene, kultur û ziwanê şaranê ke mîyanê sînoranê Şaredarîye der ê, hewce yo ke, gere bêrê kifşkerdiş, pawitiş û averberdiş; seba xebatanê mîrasê kulturî piştî bêro dayene; bi pêro ziwanan de kursan bêro akerdene û atolyeyanê nuştiş û wendişî bêrê viraştene û projeyan bêrê amedekerdene. Bi no qeyde, warê kulturî û ziwanî de xizmetanê Şaredarîye bêro ramitene, heqê hemwelatîyan ê ziwanî bêrê verçiman girewtiş ke nê heqî seba merdiman heqê bîngehîn ê û pêro peymananê mîyanneteweyî û huqûqê heqanê merdiman de zî ca girewtê û seba cuwîyayîşê merdiman bi hawayêko bingehin lazim ê. Seba ke nê heqî bêrê pawitiş yan zî bi hawayêkê asênî bêrê xebitnayiş, lazim o ke bi tekîldarîyê ziwan, zarava û fekê înan reyde xebatanê tewir bi tewiran bivirazîyo.
Bi nê semedan, seba ke xizmetê Şaredarîyeya komelkî, kulturî û îdarî bibo dewrêkê hîrayî û şarê qeza bieşkero bi hawayêkê zafziwanî xo biresno îmkananê şaredarîye, heqanê xo yê şaredarîye bişuxulno, hewce bî ke yew merkezêkî û sazgehêkî bivirazîyo.
No sazbîyayîş do bikero ke potansîyelê kulturî û ziwanî yê Şaredarîye zêdêr bêro eşkerakerdiş, seba pêşkêşkerdişê xizmetanê zafziwanî mîyanê yewîneyanê şaredarîye de têkilî û ahengî virazîyo û faîde xebatanê yewbînan ra bêro girewtiş zî hewna lazimîya ci esta. Eynî sazî hem do bi pêşnîyazanê xo pişt bido prosesê kifşkerdişê polîtîkayan û amadekerdişê bernameyan hem zî do bi hawayêkê çalak beşdarê caardişê nê polîtîka û bernameyan bibo.
Bi nê armancî do na sazîye bernameyanê perwerdeyî saz biko, pişt bido averberdişê zafkulturî û zafziwanî. Bi eynî hawayî, seba ke xebatkarê Şaredarîye bieşkero xizmetanê zafziwanî pêşkêş biko zî do kurs û kargehî bêrê viraştene. Eynî sazîye do bikero ke bi sazî û dezgehê ke eynî ware de xebetînê reyde têkilî bêro ronayîş, hemkarî bêro kerdiş û faîde xebatanê zanayîşe yê ziwanî û kulturî yê ke na ware de ameyê kerdiş, bêro girewtiş.
No semed ra û hewcedarîyê ke cor de ameyî musnayîş, ma Meclîsê Ziwanî yê Şaredarîya Peyasî saz kerd. Sey endamê ke na meclîsî de ca gênê, waştişê ma o yo ke goreyê nêhewcedarîyan xebatî bêrê viraştene, rayîr verê nê xebatan bêro akerdiş û seba caardişê nînan armancan hewl bêro dayene.


