Diyarname
Kanaleke din a muzîkê ya bi kurdî Med Muzîk dest bi weşanê kir.
Heta niha gelek kanalên kurdan çêbûn. Kanalên nûçeyan, yên gşitî, yên zarokan, yên muzîkê. Niha yeka din li wan zêde dibe. Kanala nû bi navê Med Muzîk e û roja 18'ê mehê dest bi weşana testê kir.
Kanalê di nav armancên xwe de parastin û jînkirina muzîk û çanda kurdî nîşan daye, diyar kiriye ku dema dest bi weşana normal bikin dê ligel weşandina klîban, dê cih bidin bernameyên muzîk û çandê jî.
Berpirsên kanalê diyar kiriye ku dê ew "li dijî komkujî û xirakirina çandê bisekinin" û xebata xwe jî li ser vê bingehê bidomînin.
Med Muzîk ku dê 24 saetan weşanê beki, frekansên wê bi vî rengî ne:
Hotbird 13 E.
Frekans: 11179 H.
Symbolrate
27500 Fec. 3/4


