Diyarname
Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a Ewropayê roja 29'ê mehê dê bê lîstin. Îsal fînal li Stenbolê tê lîstin û Wezîrê Ragihandinê yê Îngilistanê Grant Shapps bang li temaşevanên îngilîz kir ku neçin Tirkiyeyê.
Îsal du tîmên îngilîz Manchester City û Chelsea derketin fînalê. Maça fînalê jî li Stenbolê dê bê lîstin. Li ser vê yekê Wezîrê Îngilistanê Shapps daxuyanî belav kir û ji temaşevanan xwest neçin Tirkiyeyê. Wezîr gotiye ji ber pandemiyê Tirkiye di "lîsteya sor" de ye, yên herin dê bikevin karantînayê û bang li temaşevanan kiriye ku neçin Tirkiyeyê.


