Diyarname
Li Cenevreya Swîsreyê dawiya vê hefteyê qursên zimanê kurdî dest pê dikin. Nivîskarê Diyarnameyê, helbestvan û muzîkar Yeqîn H. dê dersan bide.
Li derdor 15 salan e ku ders û qursên kurdî/kurmancî ne bi awayekî peryodîk be jî her bi piştevanî û pêşengiya Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê hatiye dayîn û dîsa çend caran jî bi hewlên kesane yên derdora Zanîngeha Cenevreyê ders û qurs hatiye dayîn. Niha xebateke din di vî warî de dest pê dike. Yeqîn H. ku dê mamostetî bike dibêje ku ewê hewl bidin ku êdî bi awayekî peryodîk ev xebat bimeşe.
Xebata niha 16’ê gulanê roja yekşemê dest pê dike û wê her hefteyê roja yekşemê qursa zimanê kurdî bê dayîn. Qurs wê li hêwana “Maison Internationale des Associations (MIA)”, ango li Mala Navnetewî ya Komeleyan kurs bê dayîn. Qurs hem ji bo zarokan, hem ji bo yên temen mezin wekî sê polên cuda dê dest pê dike û gava yekem dê 8 hefteyan bidome. Ji bo zarokan dê saet di navbera 13.00 - 13.45’an de, ji bo mezinan jî dê di navbera saetên 14.00 - 16.00’an de li dar bikeve. Ev dest ji bo wan kesan e ku bi kurmancî baş dizanin, lê di mijara gramerê, rastnivîsê, xwendin û nivîsandinê de kêm in e. Dersa din jî di navbera saetên 16.15 - 17.15 de ji bo kesên qet bi kurdî nizanin dê li dar bikeve.
Mamosteyê qursê Yeqîn H. nivîskarê Diyarnameyê ye, helbestvan e û muzîkar e. Wî bi piştevanî û pêşengiya ADEKê/Komeleya Xwendekarên Kurd, ji rezbera/îlona 2019’an heta dawiya reşemiya/sibata 2020’an li Zanîngeha Cenevreyê dersa kurdî dabû. Niha bi dest bi xebateke din dike.
Navnîşan : Rue Des Savoises 15 -1205 Genève


