Diyarname
Mebûsên BDP û Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ku meclis boykot kiribûn îro dawî li boykota xwe anîn û li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwarin.
Serdema nû ya meclisê îro dest pê kir. Di vê roja destpêka serdema nû ya meclisê de BDP'yî jî çûn meclisê û sond xwarin. Sondxwarina mebûsên BDP û Blokê li gor rêza alfabeyê bi Murat Bozlak dest pê kir. Hemû mebûsên blokê sond xwarin lê mebûsê BDP'ê ji ber nûçeyên li ser wî çêbûbûn û di demeke zehmet re derbas dibe beşdarî merasima sondxwarinê nebû.
Mebûsa BDP'ê Leyla Zana piştî 17 salan careke din hat meclisê û sond xwar.
Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku yek ji nifşê ciwanên 68'an e bi rozetek ku li ser wêneyê 10 qurnefîlan heye (ev sembola Mahir Çayan û hevalên wî yên ku li Kizildereyê hatine kuştin) derket ser dikê. Kurkçu piştî sond xwar destê xwe yê rastê danî ser rozetê û ji ber kursiyê dûr ket.
Li meclisê niha 5 mebûsên BDP'ê ku gîrtî ne, du mebûsên CHP û yek jî yê MHP'ê ku ew jî girtî ne, her wiha mebûsê CHP'ê yê Mêrsînê Îsa Gok sond nexwadiye.


