Diyarname
Niha romaneke nû derket ku ev roman tam 57 hat sal berê hatiye nivîsandin. Romana Elî Hesenyanî ya bi navê “Karmamiz” ji Weşanên Na derket. Muhsîn Ozdemîr roman ji soranî kiriye kurmancî.
Elî Hesenyanî (Hawar) di sala 1964’an de dema di zindana Qizilqela ya Tehrana Îranê de ye dest bi nivîsandina çîrokek dike ku navê “Ronak Ahuyê Kuhestan”ango “Ronak, Mamiza(Xezala) Zozanê”. Çîrokê bi farisî dinivîse. Paşê di sala 1979’an de, li binê çiyayê Qendîlê rastî pêşmergeyekî tê û wî dinase. Ji bo dewama wê em gotinên Hesenyanî bixwînin: “Wî bîranînên xwe ji min re vegotin. Serpêhatiya wî gelekî dişibiya serpêhatiya lehengê çîroka min. Min bi wî re biryar da ku serpêhatiya rasteqîn ya wî pêşmergeyê qehreman bi serpêhatiya xeyalî ya lehengê çîroka xwe bikim yek û bikim çîrokek, min dest bi nivîsandina wê kir. Mixabin hêj nîvco bû bi min re ket nav çemê Kewlê, tevî hin nivîsarên din, ew jî di avê de çû.”
Nivîskar dibêje paşê min ji nû ve dest bi nivîsandinê kir, lê ji ber jiyana xwe ya pêşmergeyî ew biçûya ku nivîsên xwe jî bi xwe re dibir û van lê zêde dike: “Heyanî şevekî li gundekî aliyê Hewşarê ku min danî odeyekî. Topeke dijmin li xênî dikeve û çîroka min jî dibe belagêraya we. Min dev jê berneda û sêyemîn car dîsa min nivîsand. Lê mala xwedê ava vê carê min di roja 20.8.1971’ê de li gundê Kavlanê ya navçeya Gewreka Mehabadê temam kir. Her wekî min destnîşan kirî Karmamiz pirek e di navbera ‘Hebû’ û ‘ Nebû’ de, lê beşa wê ya xeyalî zêdetir e. Di Karmamiz de jiyana kurdewarî, bihurandina jiyana pêş-mergetî, dab û nerîtên paşveroyî, zilm û zora ku li keçan tên kirin, li pêş çavan hatiye raxistin. Karmamiz yekemîn çîroka min a dirêj e ku deh sal berî niha min nivîsandiye, ji kêmaniyan ne dûr e û di wê hêlê de daxwaza lêborînê ji we dikim.”
Di dawiya romanê de ji bo hin peyvên nayên fêmkirin ferhengokek jî lê zêde kirine.
Pirtûk niha bi kurmancî ji aliyê Weşanên Na ve hat çapkirin.


