logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Avesta ne mecbûr e her kitêbê biweşîne

Merivê kêfa meriv jê re neyê, meriv kitêba wî neweşîne normal e. Ez normal dibînim û xwe naxeyidînim.

  • Dîrok: 03/09/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Zinarê XAMO

Kurdekî bi navê Kadîr Amaç ji xwediyê Weşanxana Avesta Abdullah Keskîn re bi uslûbeke gelkî ne xweş û cilq gotiye:

"Tu ji tirkan fêrî xapandinê bûyî. Ez baş zanim tu ji her nivîskarêdixwaze kitêba xwe biweşîne di nabêna 2 hezar û 3 hezar euro pere distînî."

Wele 2-3 hezar euro perakî pir e, diyar e di nava me de nivîskarên zengîn jî hene. Xwezî Kadîr Amaç hema navek bigota. Lê tenê îtham kiriye û ew jî bi zimanekî gelkî cilq kiriye.

Min bersîva Abdullah Keskîn* nedîtiye, lê belê gelek nivîskarên Avestayê kitêbên wan weşandine bersîva Kadîr Amaç dane, gotine tiştê tu dibêjî ne rast e, buhtan e, Avestayê ji me tu pere mere negirtiye.

Ji ber ku Avestayê tu kitêbên min neweşandiye, lema jî ez nikanim tiştekî bibêjim. Lê gelek nivîskaran gotine ev îdîaya Kadîr Amaç ne rast e, vir e.

Feqet bi bawerîya min heger Avestayê ji hin nivîskaran pere girtibe jî ne qebhet e, bazareke di nabêna nivîskar û weşanxanê de ye. Heger nayê hesabê nivîskar bira qebûl neke…

Weşanxaneyek kane ya ji ber ku kitêbek ne hêjayî weşanê ye ya ji ber ku ji nivîskarê kitêbê heza nake, ya jî ji ber sebebekî din neweşîne. Lê xwediyê kitêbê kane bi pereyê xwe kitêba xwe bide weşandin.

Min "Antolojiya Çîrokên Zarokan” ji Avestayê re, ji Periyê re, ji Nûbiharê re şand, lê neweşandin. Dûre Rûpelê weşand, niha jî min da Weşanxaneya DARA.

Ne hemû, lê gelek weşanxaneyên kurdî îdeolojîk in, ji bo ku kitêba te biweşîne ya divê tu dostê xwediyê weşanxaneyê bî, ya jî torpîla te hebe.

Yanî kalîteya kitêbê bi xwe têra weşanê nake. Mesela ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” kitêbeke pir baş e, lê Avestayê jî, Nûbiharê jî û Perîyê jî neweşand.

Ne ku kitêb ne hêjayî weşanê ye. Bi texmîna min ji ber ku kêfa wan ji min re nayê, ji min hez nakin lema neweşandin. Belkî sebebekî din hebe.

Lê heger texmîna min rast be jî ez tu carî xwe ji xwediyên Avestayê û Nûbiharê aciz nakim. Ew ne mecbûr in ji min hez bikin, ne mecbûr in kitêba min biweşînin. Kêfa wan ji min re nayê û kitêba min baş be jî naweşînin.

Merivê kêfa meriv jê re neyê, meriv kitêba wî neweşîne normal e. Ez normal dibînim û xwe naxeyidînim.

Kitêba min ”Stirîyên me” jî kesî neweşand. Min ji Nûbiharê û ji APECê re şand, di medya sosyal de ez li weşanxaneyeke geriyam, kesî neweşand. Ji ber ku nivîskar Zinarê Xamo ye lema mişteriyên wê çênebûn.

Dawiya dawî min bi pereyê xwe da çapkirin û belaş belav kir.

Yanî Avestayê ji hin nivîskaran, ji bo hin kitêban pere girtibe jî ne sûc e, ne jî qebhet e, nexwestiye kitêbê biweşîne, nivîskar bi perê xwe kitêba xwe daye çapkirin.

Ji Bloga wî Hindik-Rindik hatiye girtin


*Têbiniya Diyarnameyê: Piştî Zinarê Xamo ser twitterê lînka nivîsê belav, Abdullah Keskin binî de nivîsiye ku wan heta niha ji tu kesî ji bo çapkirina pirtûkê pere negirtiye.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Navenda HDP'ê karbeşî çêbû

ad

Demîrtaş: Dengên me niha sedî 11 ne

ad

Panelek li ser “Nivîs û afirandina li zindanê"

ad

Pîr bû Cîgirê Serokê Komîteya AP-NATO'yê

ad

Ji Lîsê du romanên nû

ad

'Reveberiya xweserî' çi, çima, li ku?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname