logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şikestina serwextî û secihiyê

Hêman, nîşane yan jî dirûvên fikriyata mirovahiyê di kîjan zîmanî de zêde bin, bawer bikin ew ziman û civata wî zimanî b

  • Dîrok: 12/09/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Hêman, nîşane yan jî dirûvên fikriyata mirovahiyê di kîjan zîmanî de zêde bin, bawer bikin ew ziman û civata wî zimanî bi kar tîne, pêşketî ne. Zên, zîhîn, dîn, dîhîn, dîtin, hema ji yek kokê tên. Lê li gor rewşê wateya wan jî guheriye ku hemû jî di tevna zimanê kurdî de hatine hûnandin û derbasî erebî jî bûne. Lewma gelek kes van yekser wekî peyvên erebî dizanin ku çewt e. ‘Serwext û sercih/secih’ jî peyvên xas, xweş û bedew in. Xêncî vê, koka peyvan çi dibe bila bibe êdî bûne malê zimanê kurdî. Wekî ‘fikir û hizir’ jî lê zêdekirin pêkan e.

Hemû peyv nîşana behreya, deryaya, zerengiya, kapasîteya zên û zanîn û derûniya ziman û civata me nin. Hewce ye ku yeko yeko bibin mijarên kûr û berfireh. Da ku vereşana her peyvê behreya fikrî ya kurdî nîşan dide. Bi rastî heke bi şaristaniyên hevçax re bê rûbirûkirin, ji yekî wan jî ne kêmtir e, lê zêdeyî û hêzbariya wê yekser berbiçav e.

Bala xwe bidinê, ka pêçeka şaristaniya me bi kîjan rengan hatiye xemilandin? Welatên Sumer, Asur, Akad, Urartû, Yewnan, Fars, Qefqasya, Misir, Hînd û wekî vê, bi destê gelek şaristanî, civat, zanînên herêmê ve xemiliye û xurt bûye. Her wiha dîn û çandên wekî paganî, dînên semavî wekî misilmanî, cihû, xaçperestî, hîndû, budaî û hwd. Cih û warê me, yekser ji kaniya van zanînan av vexwariye. Lê belê nexweşî û neçêyî jî pêk hatine. Romî, tûranî, mongoliyan gelek wêranî û wêrtasî jî pêk anîne ku ji ber kiryarên van ên dijminaniyê, nexwaziyê, dijberiyê, êşê, azarê jî birînên me kul bûne.

Jixwe civata me civateke pirdînî, pirzimanî/zaravî û pircivakî/cematî/eşîrî ye. Civakên ji hev cuda bin jî di nav hev de stûnên di bin sîwana şaristaniya tevbinî de hevpar in.

Lê belê civat xweserê xwe têrê nake. Her civak li ser hîmekî ava bûye, xwezayake wî heye. Cih û warê lê dijî reng dide hal û bextê wî. Çiyayên bilind, geliyên kûr, deştên bêdawî, zozanên rengîn, sewal û rawerên bêhejmar û cureyên bêsînor yek bi yek rih û bedena me têr dikin, xurt dikin, berz dikin. Her kurdek di jiyana xwe de pir ziman e, pir çand e û pir zana ye. Hem jî ne niha di zemanê berê de ev bêhtir rengîn û xurt bû. Bi modernîzmê re gel kete nav dest û lepên çendîn sermayedar, sazî û dezgehan û dixitime. Êdî bi serweran re xizmetguzar e û girêdayî ye. Lê civatên me yên berê azad bûn serbest bûn. Ji ber ku sazî û dezgehên wan dorpêç bikin, tune bûn. Belê zemanê berê cihêrengî baştir bû. Sebebên vê hene. Gundiyekî salê serdana çend çiyayan dikir. Li gund xwedî mal, li çolê wekî şivan, li zeviyê wekî cotkar û rêncber, li zozanan wekî koçer gerok in. Li her deverê jî heval, dost, destebirak hene. Ji bo têkildarbûyînê zimanê hev hîn dibin. Ken û henekên hev hîn dibin, dostanî, merdî û comerdiya hev hîn dibin. Destekariya debara hev dikin. Ji hev dizewicin û bi vî awayî xet û bendên dan û stendinê xurt dikirin. Her wiha ji ber destê hev her tiştî hîn dibin.

Belê gava cihêrengî hebe, stûnên cuda û danûstandinên wan hebin, ji ber debarê çûnûhatin hebe, ev nîşana amûrên liv û tevgeran in. Bi navgînên hişber û hişyar û serxwe kes berê xwe didin hev, alavên xwe bi hev re parve dikin û diguherînîn. Ji sewalan, ji çem û robaran, kevr û zinaran, dar û beran sûd werdigirin.

Li ser axa me kesek ji civakê, ji xwezayê, ji amûran tiştan hîn dibe. Ev çawa bin, bi çi teşeyî hebûna xwe bimeşînîn, kes jî li gor wê dirûv digire.

Ji vê hêlê ve civata me bextewar e. Lewma hem serwext e û hem jî secih e. Kesekî ku serwext û secih be, ji hêla zanîstî, hişberî, jîrbûyînê ve bêhempa ye. Êdî raz û sira wext hîn bûye. Zeman pê nikare ku hemû tevna wê hîn bûye. Se(r)cih e ku êdî tevna cih û waran hîn bûye. Asoyên cih, sewal, ajal û rawiran xitim kirine. Yanî ji hêla zênê ve zanînê ve hosteyê hosteyan e.

Lê mixabin ev her du gotin, ango serwext û sercih êdî zêde nayên bikaranîn. Di gotaran, pirtûkan rojnameyan û edebiyatê de zêde cih nagirin. Ev ne kêmasiya van nivîskaran e. Ji ber ku jiyan diguhere. Êdî ew kesê îroyîn tenê peyva têgihiştînê bi kar tîne. Ji ber ku yek gotinên xwe dîkte dike û dipirse ‘ma tu têgihîştî yî?, an go te fêm kir?’ û mixabin kes êdî nafikire, an jî şêwrê nake, dîtinên kesên cuda hîn nabe. Lewma serwextî û secihiya kesekî jî nayê li ser rûyê erdê. Ji ber ku em di jiyana modern de ne. Kesê serdest dibêje û yê bindest jî dibîhîse. Kesê serdest ferman dide û kesê bindest jî serê xwe ditewîne.

Axx modernîzm ax te em hêrandin, te em korezanî kirin.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Bahoz" li Edeneyê ye

ad

WP: Kurdan ji Bulgaristanê çek kirîn

ad

'Tîr û armanc' û 'Wêjeya Kurdî ya Hemdem'

ad

Demirtaş: Em navê Seyîd Riza li pir bikin

ad

Saet: 21.00, Rewşa bajarên kurdan

ad

Hejmara nû ya Folklora Me derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname