Emîne Çelebî
Sebr ji bo hatina te lawikê min. Sebr ji bo hatina te keça min. Sebr û semax ji bo hatina te, bêhna te, xemla te. Pitika/ê min. Tu dê kengî mezin bibî di dilê min ê dojehî de? Tu yê kengî mezin bibî, di sûretên li ser dîwarê reng rûxiyayî? Rengê rûyê te her dem heman e di dilê min de. Kenê te, meş û hatina te wekî berê li ber çavên min e. Dem sekiniye ji bo hatina te. Saet sekinî ne. Cejn û şahî xwe darvekirine.
Tu her dem wek pitikê nû xwedêdayî disekinî di xeyalên min de. Nabînim bê sal çawa derbas dibin. Zarok mezin dibin li ber çavên min. Lê zeman sekiniye ji bo hatina te. Îro Ferqîn bi ser min ve tê. Bi ser min ve tên serpêhatiyên zaroktiya te. Bi ser min ve hildiweşe jiyan. Li ber rehma Xwedê me. Li bendê me ku dê Xwedê kengî emanetê xwe ji min bistîne. Lê tenê carekê beriya ku bigihijîm bin axa sar, tenê carekê min rûyê te yê devliken bidîta... Min bêhn kiriba bin hinarekên te, min nefesek ji behna ewladê xwe bikişanda ser kezeba xwe.
Canê ku Xweda nestîne ma dê evd bikaribin bistînin? Tenê ev hêviye ya ku rihê min li ser piyan dihêl e. An ne dê rihê min jî weke tayekî tolika li ser sergoyekî, biçilmisiyan li ber deriyê xaniyê min.
Dû dayikên kezebperitî li mala xwe ya li Ferqînê, li ser dîwanekê rûniştî ne. Bi hev re çayê vedixwin, behsa jiyanê dikin. Çavên wan li çiyayên Farqînê dikevin. Awirên wan li hev dilikumin, nav çavên wan sor in. Gelo ev agirê ya kezeba wan e li hev dialiqe? Êşa dilê wan heman. Her du jî aqûbeta zarokên xwe ku derketine çiyê meraq dikin. Geh agahî tê berdestê wan, pê diêşin, geh agahî tê berdestê wan dilê wan hênik dibe. “Îhsan dijî”. Dawiyê careke din agahî tê ber wan. “Îhsan Mir”, “Îhsan hate girtin” “Îhsan winda ye”...
Her du jin xwişkên hev in. Remziye û Gulsim. Li quntara çiyayên Farqînê. Bendewarên rojek ronahî. Rojên dûdirêj... Roj nabin êvar, şev nabin sibeh. Du dayikên dilşewat ku ji dayikekê çêbûne, êşên wan wekî hev in û çavên wan li rê… Dibe ku agahiyekê, xeberek bi dest bixin. Dibe ku agahiyek bê berdestê wan.
Li ber televîzyonekê rûniştîne. Dizanin ko wê xeber ji wir bê. Dayika Gulsum dibêje: “Xebera Evdilqadir û Şenay bi riya telefonê re ket ber kerika guhê min.”.
Lê Îhsan muamma ye. Aqûbeta wî ne diyar e.
Dayika Remziye ji televîzyonê xebera Îhsan stendiye. Hewarî û şîna ku kiriye li nav gund û bajaran belav bûye. Xelkê tev behsa lorikên wê kirine. Dayika Remziye bi êşa xwe re ma ye. Xwe spartiye xwişka xwe ya Gulsim. Zelal xwendeya wan e. Jê dipirsin gelo di matematîkê de, di fizîkê de mirov dikare hesaba vê yekê bike? Dayikek ku bendewarê zarokê xwe be, gelo dê asta sebra wê çiqas be?
Sal derbas dibin. Zarok cejna dayikên Remziye û Gulsim pîroz dikin. Li nimêjgehê bo îhsan dia dikin. Çavên wan li çiyayên Farqînê dikevin. Li benda xebereke xweş in. Li benda hatina Îhsan in. Îhsan li ber çavê diya xwe hêj zarok e. Bê guneh û bê sûc e. Dayika wê çavli rê ye.. Îhsan nayê..
Hatice Kamer êşa van herdû dayikan bi riya kameraya xwe ya amator di filmekê de berhev dike.. Ji êşa wan re dibe şahid. Belgefîlmê bi navê “Çavlirê” li Tirkiye û Kurdistanê êşa bi deh-hezaran bi sed-hezaran dayikan e. Sipas bo xwişka Hatice. Wê bi tu awayî hesabê filmekî di warê teknîkî de bi qelîte nekiriye. Diyar e derdê wê jî ne ew e. Bi lîstikvanên nav heyatê, jiyana wan ya rojan e bi awayê herî xwezayî kişandiye ser perda sînemayê.
Digel min fîlmê Hatice Kamer fîlmê herî serkeftî yê salên dawî ye.. Ji ber ku wê wekî derhênerekê şahidî ji êşên herî orjînal yê her du dayikan re kiriye û wan wekî belge ji bo arşîva sînemaya kurdî hilaniye. Ew di roportajek xwe de jî dibêje: “Derdê min ne ew e ku ez propagandaya rêxistinekê bikim, êşa her du dayikan ger hatibe ziman ev besî min e.”
Sipas xwişka Hatice. Te wekî derhênerên demên dawî tiştên teknîkî ji xwe re nekiriye derd. Ya girîng ev e ku te bi mirovan daye fêm kirin. Yê ku ev êş fêm kirin pir in li vî welatî…
eminecelebi21@hotmail.com


