Diyarname
Xwediyê Rojnameya Jiyan Haberê Îdrîs Yayla ji aliyê kes an kesên nenas ve hat tehdîdkirin.
Rojnameya Jiyan haberê ji sala 2015'an ve li Batmanê weşanê dike. Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameyê Îdrîs Yayla ye.3'yê mehê saet 01.45'an de bi nimreyeke ji Yewnanistanê lî wî geriyane. Yayya ji bo Ajansa Mezopotamyayê wisa gotiye: "Pêşî peyam şandin. Paşê ji ser Whatsappê re geriyan. Dema geriyan min got 'Hûn çi rexne dikin?'. Lê wan xwe ji bo heqaret û tehdîdê amade kiribûn. Ji min re gotin dawî li nûçeyan bînin. Paşê tehdîd kirin. gotin 'emê guhê te jê bikin, emê te bikujin, emê laşê te biavêjin nav kuçeyan. Rojnameyê bigire, ji xwe re karek din bike, li cihê xwe rûne.'"
Piştî ew hatiye tehdîdkirin heman şevê li ber mala wî hinan 5 gule bera hewayê dan. Li ser vê jî Yaylo gotiye, "Dema ez derketim şaneşînê min kes nedît. Serê sibê cîranên min gotin du kesan li ber mal gule bera hewa dane û li erebeyeke reş siwar bûn û çûn."
Yayla gotiye ku berê jî ew gelek caran hatiye tehdîdkirin lê ew dê dest ji vegotina rastiya bernedin.


