Diyarname
Di serdema pandemiyê de li Tirkiyeyê bi biryara normalbûnê re salonên sînemayê hatine vekirin. Û niha hejmara temaşevanên çûne sînemayê û fîlmên herî zêde hatine temaşekirin hatin eşkere kirin. Fîlmê biyanî "Hizli ve Ofkeli 9" (Navê orjînal "F9 The Fast Saga") ji aliyê 959 hezar û 547 kesî ve hatiye temaşekirin û bi vê reqemê di rêza yekemîn de ye. Di nav 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin de tenê tenê fîlmekî ji Tirkiyeyê heye.
Ajans Presê agahî ji "Box Office Tirkiye" dan hev û îstatîstîk derxistin.
Va ne ew îstatîstîk:
- Salonên sînemayê 1'ê tîrmeha 2021'ê de li Tirkiyeyê hatine vekirin. Ji wê rojê heta dawiya meha borî 4 m^liyon û 358 hezar û 358 kes çûne li fîlman temaşe kirine.
- Fîlmê "F9 The Fast Saga" bi 959 hezar û 547 kesî vê demê herî zêde lê hatiye temaşekirin.
- "Black Widow" bi 363 hezar û 585 temaşevanî bûye duyemîn.
- Fîlmê tirkî "Akîf" bi 238 hezar û 306 temaşevanî di rêza sêyemîn de cih girtiye. Dûre bi rêzê "Shang-Ci û Efsaneya Deh Helqeyan", "The Suicide Squad: Tîma Întîxarê", tê.
Li gorî heman daneyê di sala 2017'an de 49 mîlyon û 353 hezar; di sala 2018'an de 46 mîlyon û 817 hezar; di sala 2019'an de 36 mîlyon û 497 hezar kes çûne sînemayê.
Di sala 2020'an ku sala pandemiyê bû ev reqem daketiye 16 mîlyon û 984 hezar kesî. Û îsal niha hejmara temaşevanên çûne sînemayê 4 mîlyon û 358 kes e.


