Diyarname
Fîlmê 'Kleopatra' yek ji fîlmên herî xirab ê dîroka sînemayê ye. Niha 'Kleopatra'yeke nû tê kişandin û rola Kleopatra wê Angelina Jolie bilîze.
Fîlmê 'Kleopatra' li ser qralîçeya efsanewî ya Misrê Kleopatra di sala 1963'yan de hat kişandin. Serlîstikvaniya fîlm Elizabeth Taylor û Richard Burton kir, fîlm gelek hat temaşekirin, di gîşeyê de bi ser ket lê ji ber lêçûyînên wî yên gelek zêde fîrmaya 20th Century Foks dîsa hat ber sînorê îflasê.
Niha careke din fîlm li ser Kleopatra tê kişandin. Li gor nûçeya Ntvmsnbc sazkarê fîlm Scott Rudin gotiye ku dîmena Angelina Jolie tam li gor Kleopatraye.
Derhênerê rêzefîlmên "Ocean's Eleven" Steven Soderberg difikire ku fîlm bi rêbaza sêalî bikişîne. Fîlmê ku wê bi navê 'Cleopatra: A Life' (Kleopatra: Jiyanek) bê kişandin wê têde Catherine-Zeta Jones û Hugh Jackman jî bilîzin û senaryoya fîlm jî ji romana Stacey Schiff a bi heman navî tê girtin.
Di dema kişandina fîlmê yekem de Burton û Taylor hev nas kiribû, piştî fîlm bi hev re zewicîbûn û ev zewaca wan demeke dirêj di rojeva çapemeniyê de cih girtibû.
Nivîskarê romanê dixwaze mêrê Jolie Brad Pitt jî di fîlm de cih bigire.


