Diyarname
Li Şanogeya Bolşoy a li Moskovaya Rusyayê yek ji balerînê koma navdar di encama qezayê de mir. Li sehneyê dekor bi ser balerînî de ket û balerîn li ber çavên temaşevanan li erdê ket. Temaşevanan got qey ev jî parçeyeke lîstikê ye, lê na balerînê bi navê Yevgeny Kulesh min.
Li Şanogeha Bolşoy operaya bi navê "Sadko" dihat lîstin. Kulesh di bin parçeyê dekorê de ma. Tê gotin ku dema dekor vebûye, Kulesh ber bi aliyê şaş ve çûye loma qeza çêbûye. Temaşevanan tiştek ferq nekir, lê piştî demekê agahî ragihandin temaşevanan û lîstin nîvco bi dawî bû.
Di sala 2013'yan de jî qeza çêbûbû: Li heman şanogehê vîrtuozê temanê Viktor Sedov di dema lîstikê de ketibû çala orkestrayê û miribû.
(Foto ji arşîvê ye)


