Luqman GULDIVÊ
Li filmekê bihizirin, gava mirov lê dinihêre wekî ku ji xwe re li şanoyeke temaşe bike, li mekanekî sabît xuya be. Çîrokên bajarê çawalêhato (Tales of Accidental City) filmekî wiha ye. Heke mirov bi vê hisiya, zêde nakişîne heta mirov bi ser ve dibe ku ji xwe filmçêkera ciwan Maimouna Jallow jixwe senaryo serê pêşî ji bo bibe lîstikeke şanoyê nivîsandiye. Film sala 2021’ê temam bûye û behsa vê dema şewba ji ber vîrusa koronayê dike.
Diyar e ku nivîskara senaryoyê û derhênera filmê Maimouna Jallow bi filma xwe ne tenê xwestiye balê bibe ser şewbê û tevdîrên asêbûna xelkê di malên xwe de, lê wê bi awayekî eşkere senaryo û kamerayên xwe ji bo nîşandana nakokiyên civakî yên çînên cihê yên li nava paytexta Kenyayê Naîrobiyê nîşan bide.
Ji ber ku ev armanca wê bi temaşevanan pir xuya dibe di dawiya filmî de, heta mirov dikare bibêje, perdeyek ji ser sêwirandina destpêkê radibe, ya ku çîrok dida destpêkirin. Gava ev perde radibe, tevahiya karakterên "sereke" vedigerin cihekî din: Mekanê ku nakokiyên civakî û neheqiyên heyî yên sîstemîk digihin hev.
Min li jor behsa karakterên sereke kir. Di vî filmî de esas her kes karektereke sereke ye, ji bilî xemlên li dora yekî ji karakterên sereke.
Di filmî de jineke terapîst a ku memûra dewletê ye heye. Navê wê Rose ye. Ew ê terapiyeke mecbûrî bi 4 kesan re bike, yên ku li gorî dadgeran pirsgirêka wan a kontrola hêrsa wan heye. Yek ji wan jineke ciwan e ku li dijî mêrê xwe yê ku ew xapandiye û perê wê xwarine, şidet bi kar aniye (Jasinda Atemo); ya din dayikeke ku gava zaroka wê hatiye revandin şidet bi kar aniye (Diana); yeke din jineke ku esas diviyabû ne di wê terapiyê de be lê ji ber ku telefona hevala xwe jê vediziye, ketiye terapiyê (Hamida); yê dawiyê jî endamekî meclisa şaredariyê ya Naîrobiyê ye ku pê li kûçikê şaredar kiriye (Louis Njoroge).
Senarîst di wekheviyê de rewşeke wiha afirandiye û her pênc karekter jî bi qasî hev karakterên esasî bin. Tevî ku serê pêşî bi mirov wa ye terapîst wê bi rola herî esasî rabe, bi herika filmê re em dibînin ku ev ne wisa ye. Çîrokên karekteran nîşan didin ka di rewşeke çawa de hewl didin li paytexta bajêr xwe bi cih bikin. Bi karê zêde û baweriyê yek ji wan dixwaze ji heqî tiştan derkeve, ya din bi xwegirî û xwedîbûna li zaroka xwe. Yê din dixwaze şaşiyên bavê xwe yê şaredar ên dîrokî baş bike û barê dizî û neheqiya wî kiriye ji ser xwe biavêje, lê ketiye nava kulmoza siyasetvanên wekî bavê xwe. Hamida bi xwe ji gundê xwe berê xwe daye Naîrobî, ne bi dilê xwe bi bar bûye û bi anîna dinê ya zaroka xwe re zaroka xwe daye xelkê. Çîrokên cihê yên van mirovan û esas çîroka terapîstê -ew ê bi xwe jî nikaribe hêrsa xwe kontrol bike- jî hemû nîşan didin ku ew mirov li bajarekî hema welê çawalêhato hatine cem hev:
Esas bajar yekî çawalêhato ye.
Bi vî filmî em bajarekî xerîb nas dikin. Em mirovên wê, pirsgirêkên wê yên sereke -şideta polîs a li dijî taxên xizanan, bertîlxwarin, gendelî, nekirina xizmetê- nas dikin. Û peyama hêviyê ya di dawiyê de ne dûrî reqsa aktorên sereke ye jî, senaryoyê kamil dikin. Mirov êdî dizane êdî Maimouna Jallow nivîskareke hoste ye û kariya vê hostetiya xwe ji bo sînemayê jî baş bi kar bîne. Bi ya min heger derfeta we hebe, 55 deqîqeyên we jî hebin, jê nemînin.


