Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de îro jî maç hebûn. Ji tîmên bajarên kurdan Igdirê tîma Eskîşehîr têk bir.
IGDIR
Maçên Dora 3'yan ên Kûpaya Zîraatê duh û îro hatin lîstin. Di maçên îro de tîma bajarê kurdan Igdir Spor li Eskîşehîrê ligel tîma Eskîşehîr Sporê lîst. Di nîveka yekemîn de tu gol nehatin avêtin, di nîveka duyemîn de Igdir di deqîqeya 75'an de penaltî bi dest xist. Muhamet Reis penalti veguhart golê û tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Di deqîqeya 90'î de di ataka Igdirê de lîstikvanê Eskîşehîrê Arda Okumuş gol avêt keleha xwe û encam bû 2-0. Bi vê yekê Igdir derbasî Dora 4'an bû.
MARDÎN BUYUKŞEHÎR
Ji maçên din Mardîn Buyukşehîr li Manîsayê bû mêvanê Turgutlu sporê. Ji lîstikvanê Mêrdînê Ozgur Kazar di deqîqe 45+3 de, Mehmet Îlter jî di deqîqe 51'ê de gol avêt. Gola Turgutlu di deqîqeya 4'an de Erdogan Kaya avêt. Mardîn Buyukşehîrê bi encama 2-1 bi ser ket.
AGRI
Li aliyê din Agri 1970'ê jî bi penaltiyan Keçîorengucu têk bir. Maça ku li Enqereyê hat lîstin bi 0-0 bi dawî bû. Di deqîqeyên zêdek de jî tu tîmî nikarî golê biavêje û encam bi penaltiyan diyar bû: Agri 1970 bi 5-4 di penaltiyan de bi ser ket û derbasî Dora 4'an bû.
ŞANLIURFA
Her wiha tîma Şanliurfa Sporê jî Karacabey bi 2-1 têk bir û bi ser ket.
DIYARBEKIR
Di kûpayê de maçên din sibê dê bêne lîstin. Ji tîmên bajarên kurdan Diyarbekir Spor diçe Antalyayê û ligel Antalyasporê dê bilîze. Maç saet 18.00'an de ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Amed Spor bi 3 golan derbasî Dora 4'an bû
- Maçey kûpa ay Amed Sporî eyro ya
- Di kûpayê de reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn
- Mardîn, Igdir û Agri Spor bi ser ketin
- Ji bo Dora 2'yemîn pişke hat kişandin
- Di Dora Yekem de tîmên kurdan jî hene
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


