Diyarname
Ji bo diyarkirina berendamê Şaredariya Dêrsimê îro pêşhilbijartinek li dar ket. Di pêşhilbijartina ku li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê li dar ket de 424 delegeyî deng bikar anîn. 6 pêşberendam hebûn. Di encamê de Mehmet Ali Bul 213 deng girtin û bû yekemîn. Ji dengah 422 jê hatin qebûlkirin û encam bi vî rengî derket holê:
- Mehmet Ali Bul: 213
- Musa Kulu: 107
- Murat Polat: 50
- Erdogan Çakar: 32
- Haydar Çetinkaya: 15
- Vedat Emir: 5
Berendamtiya Mehmet Ali Bul dê ji bo îtîfaka HDP, ESP, BDP, EMEP, Partîzan û DHF'ê bê pêşniyar kirin.
***
Ji bo hemû nûçeyên li ser Hilbijartina Herêmî ya 2014'an li vê beşê binêrin:
"2014: Hilbijartina Herêmî"


