logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

  • Dîrok: 28/09/2026
  • Beş: Serbest


___Îlyas Tunç___

Bi rastî, ev pirtûk berê li malê bû, lê min derfet nedîtibû ku wê bixwînim. Piştî ku min nivîskar nas kir û berhema wî ya herî dawî ya bi navê “Bîra Çalê Kûr e Sadûnê Sor" (Weşanên Lîs) xwend, ez li romana “Du Cîhan Yek Jan” vegeriyam û min xwend. Di dema xwendinê de, min ji xwe re digot: “Çi baş bû ku min nivîskar nas kir. Bi min be; ji bo ku xwendin di nav civakê de zêde bibe civatên bi nivîskar re zêdê bibin wê baş be”.

Ketina nav cîhana vê romanê, piştî ku min nivîskar baştir nas kiribû, ne tenê têgihîştinên min ên berê temam kirin, lê her wiha hişt ku ez aliyekî girîng ê cîhana vegotinê ya Serkan Birûsk jî keşf bikim. Nivîskar, wekî Xwedayekî cîhanek afirandiye ku dişibe wê cîhana em tê de dijîn.

Ew roman berhemeke pir-qatî ye ku li ser bingeha xwemalbûn, evîn, koçberî, mişextî û bîranînê çîrokên mirovan ji erdnîgariyên cuda hatiye hûnansin û wan vedibêje. Di heman demê de, cîhana mirovan û cîhana yên ji me çêtir (Cin) jî di nav yek vegotinê de tînê cem hev. Berhem nîşan dide ku evîn, veqetandin, êş û bîranîn ne tenê di nav mirovan de ye di her du cîhanan de jî hevpar in. Rastî û çîrok, roman û kevneşopiya dengbêjan a kurdan, bîranîna kesane û bîranîna civakî di nav yek vegotinê de bi zimaneki helbestî û herikbar ji aliyê nivîskar hatiye rêstin.

Roman bi despêka Janpîr li kolanên Berlînê dest pê dike. Ew bi zehmetî bêhna xwe distîne, nameya Alma di destê wî de ye û piştî şevên kabûsan di navbera jiyan û mirinê de ma ye. Ji rûpelên despêkê jî xwendevan hinek agahiyên girîng li ser dawiya romanê dixwînê. Janpir dest bi nivîsandina bîranînên xwe dike, Sara jî van nivîsanan vediguhezîne ser komputerê. Di heman demê de, Şemreş (serokê cinan), çîroka xwe vedibêje. Bi vî awayî xwendevan romanê bi rêya lênivîskên Janpîr ê ku tên veguheztin ser kompîterê dikeve nav rabirdûya mijarê û karakteran.

Nivîskar teknîka flashbackê (vegera rabirdûyê) bi awayekî serkeftî bi kar anîye. Mamoste Serkan, dawiya romanê ji destpêkê nîşan dide û paşê vebêje ka çawa gihîştiye wê dawiyê. Ev teknîk ne tenê meraqa xwendevan zindî dihêle, lê di heman demê de kûrbûna derûnî ya karakteran jî zêde dike. Dema ku min ciwantiya xwe de dest bi xwendina romanan kiribû ev şêwaza vegotinê di romana Çernişevskî de xwendibû; Serkan jî vê teknîkê bi awayekî xwezayî di nav romanê de bicîh dike.

Yek ji mijarên herî balkêş ên romanê mirin e. Mirina Janpîr ne mirineke laşî ye; ew winda bûna hêvî, xweşiya jiyanê û hêza pê ve girêdanê ya jiyanê temsîl dike. Berevajî vê, mirina Alma windabûneke şênber û laşî ye. Ev dijberî nîşan dide ku roman mirinê ne tenê wekî dawîya biyolojîk dibîne, lê wekî hilweşîn û têkçûna hundirîn a mirov jî lê dinêre.

Navê romanê, xweber fikra bingehîn a berhemê vedibêje. Şemreş ne tenê karakterekî fantastîk e; ew wekî berambera cîhana din a hest û êşên Janpîr hatiye ava kirin. Bi vî awayî cîhana cinan dibe qada sembolîk ku mîrasa mîtolojîk û çanda devkî ya kurdan tîne nav romanê. Her ku roman pêş dikeve, sînorên di navbera mirovan û cinan de kêm dibe û tê gotin ku êş û evîn di her du cîhanan de nêzî hevdû jiyana xwe didomînin.

Yek ji aliyên taybet ên romanê çîroka Ehmedê Zirço ye ku diçe welatê cinan. Ev beş kevneşopiya dengbêjan û çîrokên gelêrî yên kurdan tîne nav romana modern. Çîroka evîna Şemreş, rabirdûya xincerê û bûyerên cîhana cinan, her çend fantastîk xuya bikin jî, bi êşên mirovan re paralel dimeşin. Bi vî awayî nivîskar di navbera realîzma efsûnî û çîrokbêjiya gelêrî de hevsengiyeke taybet ava kiriye.

Li navenda romanê Janpîr heye. Têkiliya wî ya li Stenbolê bi Betûlê re (evîneke platonîk û şeveke bi hev şabûn), bûyerên ku li Piragê rastî wan hat (rewşa mala ku li diman), astengiyên derbasbûna tixûb (ewilî girtin û vegerandina wan, dawiyê jî dijwariya ku di nava sermayê de kişandin), rêya koçberiyê ya ji Stenbolê heta Swêdê hemû beşên lêgerîna nasnameya wî ne. Hestên wî ji keçika afgan re, têkiliya wî bi Leyla, Ece û Alma re nîşan didin ku Janpîr ne tenê ji aliyê siyasî ve, lê ji aliyê hestyarî ve jî karakterekî parçe parçe bûye. Çîroka wî birînên rihê mirovên mişextî eşkere dike.

Bîranînên zarokatiya Janpîr jî yek ji qatên girîng ên romanê ne. Şûştina peyker, pevçûna wî bi Ridwan re li dibistanê, lêdana mamoste û kuştina mamê wî ji aliyê leşkeran ve bîranîna kesane bi dîroka civakî ve girê dide. Ji vî aliyî ve, çîroka Janpîr dibe çîroka nifşekî û gelekî.

Karakterên jin di romanê de ne tenê beşdarên têkiliyên evînê ne. Her yek ji wan aliyekî cuda yê vegotinê hildigire. Sara kesa ku bîranînên Janpîr diparêze û wan diguhezîne ser komputerê ye; ew wekî parêzvanê bîranînê roleke girîng dilîze. Ece bi riya karaktera xwe azerî û tirkan dixe nav çîrokê û têkiliyên gelan eşkere dike (Di vê têkiliyê de, xewn û rastiyê Janpîr carinan tevlîhev dibe.) Alma bandora şer û mişextiyê li ser jinan temsîl dike; bûyerên ku wê li Afrîkayê jiyaye erdnîgariya romanê ji derveyî Kurdistanê re vedike û êşê wekî bûyereke gerdûnî nîşan dide. Betûl jiyana Janpîr ya li Stenbolê û îhtîmala jiyaneke din sembol dike. Bûyera xwestina Nura jî avahiya malbata kevneşopî, evîn û windahiyan di ber çavan de dihêle. Tina jî, wekî jineke ku ji Almanyaya Rojhilat reviya ye Almanyaya Rojava, tevî hemû dijwariya jiyana xwe, bala wê ya li ser kurdan nîşaneya hevgirtin û pêkhatina çandên cuda dike.

Di dirêjahiya romanê de gelek bûyerên dîrokî û civakî di nav vegotinê de cih digirin. Bîranîna Helebçeyê, amadekariyên Newrozê, heftê û du fermana êzidiyan û tundîtûjiya ku xwendekar piştî şûştina peykerê dibistanê dibînin, travmayên dîroka nêzîk a civaka kurd bi zimanê wêjeyê ji nû ve hatiye ava kirin. Ev bûyer ne tenê paşxaneya dîrokî ya romanê pêk tînin; ew veguherîn serpêhatiyên ku nasname û jiyana karakteran diafirînin. Bi Çiyager û malbata wî re jiyana kurdên Rojava tê vegotin û bi karaktera Biyanbir re bîranîna kurdên Başûr tê bîranîn.

Hejmara zêde ya karakteran jî pirdengiya romanê xurt dike. Janpîr, Sara, Celal, Sosin, Çiyager, Biyanbir, Cafer, Leyla, Ece, Ehmedê Zirço, Badîn, Nura, Îkram, Alma, Şemreş, Ramazan, Betûl, Xalit, Mirad, Rastim, Tîna, Cano, Kewser, Serdar, Jonas, Deham, Dilşa, Ridwan, Yusuf û gelek karakterên din nifş, erdnîgarî û bîranînên cuda temsîl dikin. Her yek bi dengê xweyî têkçûyî beşdarî çîrokê dibe. 

Nivîskar hema bêje wekî dengê bindesta (madun) û dengê kesên ku ji aliyê civakê ve hatine paşguhkirin diaxive. Êş, tenêtî û berxwedana wan kesên ku windakirina jiyanê wekî bext dijîn bi zimanekî sade lê pir bandorker dide ber çavan. Ji ber vê yekê roman ne tenê çîrokên kesane vedibêje, di heman demê de dibe dengê bêdengan û bîranîna hevpar a kesên ku di jiyanê de têkçûyî hatine hesibandin.

Aliyê herî bihêz ê romanê ew e ku tevî gelek bûyer û karakteran, mijara bîranînê di navendê de dihêle. Lênivîskên Janpîr ji çîroka jiyaneke kesane derdikevin û dibin şahidiya hevpar a koçberiyan, evînan û windahiyan. Çîroka Şemreş jî vê şahidiyê dibe qatek mîtolojîk û wateyên romanê kûrtir dike.

Nivîskar bi vê romana xwe zanistiya dîrok, civaknasî û derûnnasî; realîzma efsûnî û dengbêjî; bîranîna kesane û bîranîna civakî bi awayekî serkeftî bi hev re ristiye. Mamoste Serkan bi vegotineke ku ji Stenbolê heta Berlînê, ji Swedê heta gundên Kurdistanê û welatê cinan dirêj dike, xwendevanan bi fikrekî bingehîn re dihêle: Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hin hevok ji pirtûkê:
“Ka bêje min ez bi ku ve biçim?” r.8
“Evîn ji bo hinekan jan e û ji bo hinekên din jî jiyan e.” r.10
“Yonca ew fêkiya kerik a ji dara hişk a zewaca kurt ketibû dawa wê…” r.28
“Pirag ji bo xelkê bihar e ji bo me jî, payîz û zivistan e!” r.32
“ …Ev tovê hilanînî yê ziman û nasname me ya li ber nemanê ye. Ev berxwedana ji nû ve çandina çanda me ye…” r.40
“Ronî di rihê min de miçiqiye.” r.64
“Ew wekî çûkek birîndar, ez wekî xortekî winda em bûbûn evîndarên hev..” r.97
“…Îca tişta min fêm kiriye ji bo ku hunermend berhema xwe amade û pêşkêş bikin tu sînoran nas nakin û her tiştî laqî xwe û xwe laqî her tiştî dibinin. Ango ew ji kirasê xwe derdikevin û dikevin hemû kirasan…” r.108
“… Hinek xwarin li ser ziman dibin xweşçêj, hinek xwarin jî dibin êşkêş…” r.124
“…Pêhesîna êşê çeka herî kêr hatî ya hunermend, zana û siyasetmedarên zîrek e…” r.151
“Pênûs û ziman dermanê giyana min bûn…” r.213
“Ji ber ku dewlet ji bo dayika min hêzên ewlekarî û leşkeri bûn…” r.255
“… Helbest ji bo min ew germahî ye ya ku roj di nîvê zivistaneke seqemî û ewrî de li ser hinarkê rûyê min dihêle û winda dibe.”  r.263
“Civata bê çîrok mîna dara bê pel û ber e.” r.298
“Mirin xweştir e ji wê jiyana hertim bi jan û êş...” r.407

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn

ad

Hemû peywendiyên Amerîkayê taktîkî ne

ad

Ji bo sala nû: Salnameya Nûbiharê derket

ad

KCD: Me ambargo dananiye ser Rûdawê

ad

Ma çi leza we hebû heyran!

ad

Serokomar Gul ji bo maçê diçe Ermenistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname