Diyarname
Doga Dernegî (Komeleya Xwezayê) wêneyeke Heskîfê bi gotina "Av bêmirin e, bendav bi mirin e.." belav kir. Hunermend Tarkan jî ev parvekirina Komeleya Xwezayê belav kir û pirsa "We çawa karî Heskîfê bikujin?"
Hunermendê navdar Tarkan di parvekirina xwe de wisa got: "Ax ax... Hê dilê min jan dide. We çawa karî Heskîfê bikujin? Ji bo bendaveke ku emrê wî kin e cihek wisa dîrokî, mîrateya çandî we çawa têk bir? Em xwedî li xweza, nirxên dîrokî û çandî yên welatê xwe derkevin."


