Diyarname
Kurtedemek berê Ayhan Erkmen bi navê "Çîrokên Serhedê" pirtûkek derxist. Îro ji bo wê pirtûkê civîna danasînê hat kirin.
Çalakiya danasîna pirtûkê li Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar ket. Nivîskar Ayhan Erkmen, dengbêj Sidiq Baran û dengbêj Emerê Entaxê beşdarî çalakiyê bûn. Bi hev re qala çîrokan kirin û dûre Ayhan pirtûk îmze kirin.


